Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû, di derbarê operasyonên gêrîlayan yên li ser Şemzînan û Çelê got; “Gotinên Erdogan yên weke “Bûyer di bin kontrola me de ne” ne rastin û agahiyên bitendurist nadin raya giştî.
Kiliçdaroglû beriya xwarina fitarê ya li Navenda Çand û Kongreya Nazim Hîkmet ya Şaredariya Yenîmahaleyê bersiva pirsên rojnamevana da û got; “Eger serokwezîrek bêje, ‘Bûyer di bin kontrola min de ne’ û ev pevçûn 10-15 roje berdewam dikin pêwîste bitendurist raya giştî agahdar bike. Eger agahdar neke wê demê bûyer ne di bin kontrola wî de ne.”
Serokê CHP’ê biryara banga civîna TBMM’ê ya awarte ku di civîna MYK’ê de hatibû girtin bi bîr xist û bersiva pirsa, “Ger meclîs kombû, hûnê piştgirî bidin operasyonekî dervey sînor?” wiha bersiv da: “Bila niha em parlementoyê kom bikin, em dê li wir nîqaş bikin û biryar bidin.”