Keskîn: Wezîrê Karên Hundir bersivê nade daxwaza me ya hevdîtinê!

Seroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn ku tevî Dayikên Şemiyê her hefte tê destgîrkirin, anî ziman ku wan daxwaza hevdîtinê bi Wezîrê Karên Hundir ê nû re kirine, lê belê 10 roj in bersiv ji wan re nehatiye dayin.

Tevî biryara “binpêkirina maf” ku Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) du caran daye, 10 heftene destûr nayê dayîn ku Dayikên Şemiyê li Qada Galatasarayê daxuyanî bidin. Polîs weke hincet her carê biryara Qeymeqamtiya Beyoglû nîşan dide û xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan destgîr dikin. Seroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn ku şopa kelepçeyê li ser destê wê çêbûye, têkildarî vê bêhiqûqiyê ji ANF’ê re axivî.

‘LI TIRKIYEYÊ DEWLETA HIQÛQÊ TUNE YE’

Keskîn bi bîr xist ku ji bo aqûbeta windakiriyan bê eşkerekirin, Dayikên Şemiyê ji 1995’an û vir ve têdikoşin û destnîşan kir, çalakiyên ku li hemû cîhanê rewa ne, ji 2018’an û vir ve nekarîne li Tirkiyeyê pêk bînin. Keskîn diyar kir ku AYM dadgeha herî jor e û got: “Di dewletek a hiqûqê de, ji dadgeha herî jor wêdetir biryareke ya hiqûqê nabe. Lê mixabin Tirkiye ne dewletek a hiqûqê ye. Em her hefte diçin Qada Galatasarayê û biryara AYM’ê bi bîr dixin. Tevî vê jî biryara Qeymeqamtiya Beyoglû hincet nîşa dide û qedexe dike.”

‘RANDEVÛ NAYÊ DAYÎN Û HEMAN ASTENGÎ DIDOMIN’

Keskîn destnîşan kir ku ew dizanin biryara Qeymeqamtiya Beyoglû ne şexsî ye, ev biryara Wezareta Karên Hundir e û ragihand ku li dijî vê yekê hefteya borî weke Navenda Giştî ya ÎHD’ê ji Wezareta Karên Hundir randevû daxwaz kirine. Keskîn ev tişt got: “Me ji Wezîrê Karên Hundir ê nû hatî ser wezîfeyê, randevû daxwaz kir û me sedemê daxwaza randevûyê jî jê re got. Ji ber astengî, qedexe û muameleya xerab a li hemberî Dayikên Şemiyê tê kirin, em dixwazin we bibînin. Lê tevî ku 10 roj di navberê de derbas bûn, randevû nehat nehat dayîn û astengî didomin.”

‘EM Ê DEST JI QADA GALATASARAYÊ BERNEDIN’

Keskîn qala êşkenceya di dema destgîrkirinê de jî kir û ragihand ku dema ew tên destgîrkirin, pêdiviyên xwe yên esasî jî nikarin pêk bînin. Keskîn got: “Çalakiyeke ku ji sala 1995’an û vir ve dewam dike û mirov dikare heta dawiyê bike, çawa niha weke ‘xeterî’ tê nirxandin? Ne pêkan e ku ev yek were fêmkirin û qebûlkirin. Ji xwe em ê vê yekê qebûl nekin û em ê dest ji Qada Galatasarayê bernedin.”