Bi rapora ku ji aliyê 3 pisporên Zanîngeha Dokuz Eylulê ve hatiye amadekirin, careke din piştrast dike ku xwendekarê Kurd ê zanîngehê Şêrzan Kûrt ji aliyê polîsan ve hatiye kuştin. Her wiha vê raporê careke din îdîaya polîsên Tirk a ku dibêj “Dema gule bera hewayê dane, lê ketiye” derewand û piştrast dike ku polîsan raste rast gulle li Kûrt barandine.
Xwendekarê Kurd ê zanîngehê, Şêrzan Kûrt, beriya 3 salan bi guleya polîsan hat kuştin. Di rapora ji bo 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Eskîşehîrê ya ku bersuc Gultekîn Şahîn têde tê darizandin de hat amadekirin de tê piştrastkirin ka Kûrt çawa ji aliyê polîsan ve hatiye înfazkirin.
Rapor ji aliyê endamên hîndekariyê yên Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Dokuz Eylulê Alîkarê. Doç. Dr. Îsmail Ozgur Can, Prof. Dr. Hakan Ozdemir û Prof. Dr. Nadir Arıcan ve hat amadekirin .
Rapor nabêjê ka gule raste rast hatiye an ji jor hatiye avêtin. Li gor vê, “Dema em mêze muayenaya derve, nîşaneyên otopsiyê û giraniya birîndarkirinê dikin, tê gotin nabe ku bi şiklî guleya selapatî hatiye avêtin bibe sedema mirinê. Ev nirxandin jî gotinên şahidên bûyerê yên wekî ‘Polîs Gultekin Şahîn armanc girt û wisa gule berda Kurt’ bi avayekî zanyarî piştrast dike.”
GULE BI BI DEMANCEYA 9 MM HATIYE AVÂTIN
Rapor nêrîna polîsan ya “Gule ji demanceya 7,65 mm hatiye avêtin” jî diderewîne. Li gor raporê tê gotin ku nabe, guleya 7,65 mm ev qas tesîrê li ser birînê bike, hebe nebe, ev birîn di encama teqandina guleya 9 mm derketiye holê.
Her wiha, di raporê de der barê sedema mirinê de wiha tê destnîşankirin ku cergê wî ji ber guleyê zirar dîtiye û di encamê de tramvayê rû daye û ev jî bûye sedema mirina wî. Kesên pêzna dan diyarkirin ku xetên li ser berika guleya li Kurt ketiye, normal in û got; “Berika guleyê ya ku 9 mm ye, di rêya têre derbas bûye, li movik û hestiyên parsûyê ketiye, ji ber ku ev hestiyane hatine şketin, xet li ser berika guleyê çêbûye.”