Kesên li Pirsûs û Enqereyê hatin qetilkirin, hatin bîranîn
Kesên li Enqere û Pirsûsê hatin qetilkirin ji aliyê malbat û hevrêyên xwe ve hatin bîranîn.
Kesên li Enqere û Pirsûsê hatin qetilkirin ji aliyê malbat û hevrêyên xwe ve hatin bîranîn.
Însiyatîfa Malbatên Pirsûsê, ji 33 kesên li Pirsûsê ji ailyê çeteyên DAÎŞ'ê ve hatin qetilkirin Polen Unlu, Şennûr Unlu û Hatîce Ezgî Sadet, li Goristana Ihlamûrkûyû ya li Umraniyeyê bi wesîleya cejnê bi bîr anî.
Nûnerên gelek rêxistinên civakî yên sivîl tevlî bîranînê bûn.
Malbatan diyar kirin ku ew xwedî li têkoşîna zarokên xwe derdikevin.