KCK: Yên hewl didin kurdan ji ser axa wan derbixin dê ew derkevin!

KCK: Yên hewl didin kurdan ji ser axa wan derbixin dê ew derkevin!

Hevserokatiya Desteya Rêveber a KCK’ê axaftina serokwezîrê tirk Tayyîp Erdogan ya li Semsûrê kir, şiband gotinên Mahmut Esad Bozkurt û Nîhal Atsiz û got: “Yên ku bixwazin kurdan ji ser axa wan bikin der, dê rojekê ew teqez bên derxistin. Kurd bi gelên din re dê di nava sînorên Tirkiyeyê de bigihêjin jiyana xwe ya azad û demokratîk.

Hevserokatiya Desteya Rêveber a KCK’ê daxuyaniyek nivîskî da û got AKP’ê di mijara çareseriya pirsgirêka kurd de polîtîkaya mijulkirinê dimeşîne û hatiya dawiya wê. KCK’ê bertek nîşanê axaftina Erdogan ya li Semsurê da û got ew tê wateya ku careke din îlan dikin ku wan ji stratejiya Tirkbûnê dest bernedane.

KCK’ê wiha got: “Erdogan bi axaftina xwe ya li Semurê nêzîkatiya xwe ya li hemberî kurdan nîşan daye. Derket holê ku polîtîkayeke çareseriyê nîne. Gotinên xwe yên berê dubare kiriye û di neçareseriyê de israr kiriye. Serokwezîrê tirk hêj di netew-dewleta qirkirina çandî de israr dike. Ji ber vê jî daxwaza perwerdehiya zimanê daykê û xwe bi xwe rêvebkirin wek dewletek cuda dibîne. Tevgera Azadiya Kurd û Rêberê Gelê Kurd bi dehan carî gotiye ku dewlet demokrasiyê nayne. Ji ber vê sedemê jî ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê, daxwaza çareseriya pirsgirêka kurd û îradeya wê derxistiye holê. Ji ber vê yekê gotina Erdogan ya ‘dewletê dixwazin’ ji demagojî û cuda nîşandanê wêdetir nîne.”

ERDOGAN ÎLAN KIR KU JI STRATEJIYA TIRKBÛNÊ DEST BERNEDANE

KCK’ê balkişand ser gotinên Erdogan yên ‘yekbûnê’ û wiha got: “Di demek ku her kes li bende pêngavên demokratîkin de, dîda Erdogan bi gotinên ‘yek dewlet, yek netew, yek al’  û her wiha redkirina perwerdehiya zimanê dayikê nêzîkatiya Erdogan ya li hemberî pêvajoyê nîşan dide. Wek sala 2008’an  gotinên xwe yên yek al, yek netew israr dike. Tişta ku Erdogan di parêzer zîhniyeta netew-dewlet ya qirkirinê ye. Her çiqas bêje me înkar û asîmîlayon kirin bin lingan jî, derewe.  Gotina ‘Yên ku yek netewê qebûl nakin bila biçe’ tê wateya ku di înkar û asîmîlasyonê de israrê. Erdogan careke din îlan kir ku dest ji stratejiya tirkbûnê û qirkirina çandî bernedane.

DI ŞOPA ESAT BOZKURT Û NÎHAL ATSIZ DE DIMEŞE

Gotina Erdogan ya ‘bi zimanê dayikê perwerde nabe’ israra yek netewbûnê ye.  Erdogan daxwaza perwerdeya kurdî wek daxwazkirina dewletê dibîne û ev jî ji vê zîhniyetê pêk tê.  Ji ber ku dema perwerdeya zimanê dayikê pêk were dê dewlet ji karekterê xwe yê qirkirinê derkeve.

Dema kurd  û civakên din dibêjin bila hebûna me bê qebûlkirin, hebûna me bikin bin ewlehiyê, dibêjin ‘derkevin biçin.’ Bi taybet di seranserê dîroka komarê de ev gotin ji Kurdan re hatine gotin. Erdoganê dibêje ‘ya hunê bibin tirk yan jî hunê ji ser van axa biçin’  di şopa Mahmut Esad Bozkurt û Nîhal Atsiz de diçe.

 KAÇAXVANIYA TIRYAKÊ BI AGAHIYA CENDERMEYAN PÊK TÊ

KCK’ê di berdewamiya daxuyaniyê de balkişand ser sûcdariyên Erdogan yên ku wek tevgera kurd ‘kaçaxvaniya tiryakê dike’ û got: “Erdoganê ku di çareseriyê de pêngavê navêje, dixwaze vî ruyê xwe bi derewên wekê ‘tevgera kurd kaçaxvaniya tiryakê dike’ veşêre. Lê ev îdiaya Erdogan dike, hemû di bin agahiya cendermeyan de dibe. Alîgirên AKP’ê derfetên dewletê bikartîne û tiryakê bazar dike.”

HATINE DAWIYA POLÎTÎKAYA MIJULKIRINÊ

KCK’ê bang li AKP û Erdogan kir ku dest ji gotinên faşîzan berdin û wiha pê de çû: “AKP û Erdogan divê dest ji gotinên faşîzan berdin û pêngavên erênî bavêje.  AKP hatiye dawiya polîtîkayên mijulkirinê. Ger serokwezî dixwaze karekî baş bike, divê di demokratîkbûna Tirkiyeyê de pêngavên cidî bavêje û pirsgirêkê çareser bike. Bi van gotinên netewperest tu tiştek çênabe. Kurd gelê herî qedîm yê vê axê ne.  Hêza tu kesî têr nake kurdan ji ser axa wan bike.”