KCD'ê êrîşên li ser Rojava şermezar kir
KCD'ê qetilkirina Hevseroka Kantona Qamişloyê Yusra Derwêş û 2 kesên pê re şermezar kir û bang li raya giştî ya cîhanê kir.
KCD'ê qetilkirina Hevseroka Kantona Qamişloyê Yusra Derwêş û 2 kesên pê re şermezar kir û bang li raya giştî ya cîhanê kir.
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), qetilkirina Hevseroka Kantona Qamişloyê Yusra Derwêş, cîgira wê Leyman Şiwêş û ajovanê wesayîtê Firat Tûma yên di êrîşeke SÎHA'yê ya Tirkiyeyê de hatin qetilkirin, şermezar kir. KCD'ê di daxuyaniya xwe de bang li saziyên sivîl û mafên mirovan ên navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî (NY) kir ku li dijî van êrîşên ku hiqûqa navneteweyî esas nagirin û mafên mirovan binpê dikin berprisiyariyên xwe bi cih bînin.
Daxuyaniya KCD'ê ya nivîskî wiha ye:
"Rejîma yekperest a faşist a AKP-MHP’ê bi her awayî êrîşî destkeftiyên gelê Kurd dike, di van êrîşan de tu pîvanan nas nake, li Herêma Kurdistanê çekên kîmyewî bi kar tîne, bi destê hêzên Herêma Kurdistanê û dewleta Iraqê dixwaze Şengalê bê statu bihêle, Qampa Mexmûrê dorpêç dike, li Rojavayê bi rêya çekên hewayî û bi destê çeteyan êrişî sivîlan dike û nexweşxaneyan bombebaran dike. Îro jî di êrîşeke hewayî de Hevseroka Kantona Qamişloyê Yûsra Derwêş, cîgira wê Lîman Şiwêş û ajokarê wesayîtê Firat Tûma hatin qetilkirin. Ev sûcê li hemberî mirovahiyê ye, ev binpêkirina mafê mirovan û hiqûqa navneteweyî ye, ev sûc li ber çavên hemû cihanê pêk tê, lê di serî de Neteweyên Yekbûyî, saziyên sivîl ên mafên mirovan ên navneteweyî li dijî van êrîşan helwestekê nîşan nadin û bi bêdengiya xwe piştgiriyê didin van êrîşan.
Ev êrîş li dijî partî, sazî û rêxistineke Kurd pêk nayên, li dijî berjewendi û destkeftiyên gelê Kurd pêk tên, îro dema ev êriş pêk hat serokwezirê Herêma Kurdistanê li Tirkiyê bi serkomar û wezîrê karê derve re hevdîtin pêk dianî. Li aliyekî êrîşê destkeftiyên gelê Kurd tê kirin û li aliye din jî diplomasi pêk tê, ev yek mebesta rejîma faşîst bi awayekî aşkere li ber çavan radixe. Rojava bi pergala xwe ya demokratîk a xweser a ku jiyana hevpar a gelan, azadiya jinê û xwezayê diparêze ji bo gelên bindest bûye rêya çareseriyê, ji bo rejîmên yekperest ên faşist ên wek AKP-MHP’ê jî bûye tirsa hilweşandinê. Ev jî yek ji sedêmên van êrişan e. Ji ber vê yekê divê hemû gelê me bi yek dilî deskeftiyên xwe biparêze.
Em KCD, vê êrîşa ku li dijî Hevseroka Kantona Qamişloyê Yûsra Derwêş, cîgira wê Leyman Şiwêş pêk hatiye şermezar dikin, ji gelê xwe re sersaxiyê dixwazin û bang li hemu partî, sazî û rêxistinên Kurd dikin ku li dijî van êrişan helwesteke zelal nîşan bidin û nehêlin ku destkeftinyên gelê Kurd têk biçin. Dîsa em bang li saziyên sivîl û mafê mirovan ên navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dikin ku li dijî van êrîşên ku hiqûqa navneteweyî nas nakin û mafên mirovan binpê dikin berpirsiyariyên xwe bi cih bînin."