Di daxuyaniya nivîskî ya Hevserokatiya KCD-E de hat ragihandin, ku gelê Kurd li dijî komkujiyên dewleta Tirk bi şiyara 'Her der Cizîr e, her der Sûr e, her der berxwedan e' çalakiyan lidar dixe.
Hevserokatiya KCD-E got, "Çawa ku dewletên mêtînger bi hevkariya hêzên emperyalîst duh li Helebçe, Qamişlo, Gazî û Beyazitê di meha Adarê de komkujî kirin, îro jî li Cizîr, Sûr û gelemperiya Bakurê Kurdistanê komkujiyan dikin" û wiha dewam kirin:
'FERMANA MEZINKIRINA TÊKOŞÎNÊ DAN'
"Hêzên mêtînger têra vexwarina xwîna gelê Kurd nabin. Çawa ku duh Saddam ê kujer li Helebçeyê bi çekên kîmyewî gelê me qetil kir, îro jî Erdogan-Davûtoglû yên kujer, bi çekên kîmyewî gelê me bi saxî dişewitînin û qetil dikin. Çawa ku gelê Kurd duh li dijî mêtîngeran berxwedaneke mezin nîşan dan, îro jî pêşengên berxwedanê Pakîzeyan, Sêvêyan, Fatmayan û Mehmet Tûnçan li ber xwe dan û fermana 'xwerêveberiyê ava bikin' dan me. Em şehîdên Helebçe, Qamişlo, Gazî û Beyazitê bibîr tînin û hêzên mêtînger ên qetlîamker bi tundî şermezar dikin.
Kawayên hemdem Mazlûm Dogan û jinên berxwedêr ên li New Yorkê, ku bi berxwedana xwe ya efsanewî re meha Adarê veguherandin meha berxwedanê, ferman dane ku li dijî faşîzmê têkoşînê mezin bikin. Lewma divê em bi germahiya berxwedana Newrozê vê mehê bêhtir dakevin kolanan, bêhtir qadan dagirin û her derê veguherînin qada serhildanê."
JI BO ÇALAKIYÊN LI STRASBOÛRG Û EWROPAYÊ BANGA TEVLÎBÛNÊ
Hevserokatiya KCD-E ji bo meş û mîtînga mezin a 12'ê Adarê ya li Strasboûrgê û çalakiyên li gelemperiya Ewropayê, banga tevlîbûnê kir û got, "Em bang li tevahiya gelê xwe dikin ku bi ruhê Kawayên Hemdem Mazlûm Dogan, Bêrîvan, Leyla Qasim beşdarî meşên bi şiyara 'Ji Rêber Apo re azadî, ji Kurdistanê re statu' bibe û rabe serhildanê."