Karkêrên findiqan yên Êlihî qeza kir: 1 mirî, 12 birîndar

Karkêrên findiqan yên Êlihî qeza kir: 1 mirî, 12 birîndar

Mînîbûsa karkerên werzane yên ji Êlihê hatine û li Ordûyê findiqan kom dikin, hildigirt qulipî. Di qezayê de kesek mir û 12 kes jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyan, mînîbûsa bipleqeya 72 M 0614 ya di bin kontrola Rifat Yavûz (47) ku li herêm gundê Tûrnasûyû ser rêya Ordû-Gîresûnê destpêkê kontrola wesayîtê winda kir, li dîrekê ceyranê ket, piştre çû bi darên çamê ket û derbazî şerîda din bû û qulipî.

Di qezayê de ji karkerên werzane Şîlan Ekîncî (19) li cihê bûyerê mir. Ajovan Rifat Yavûz (47), Enes Ozbek (15), Bîlal Ozbek (14), Alaatîn Avci (36), Tûgba Ogûz (21), Şerîf Sogûm (19), Mekan Guneş (18), Bîlal Yelboga (12), Nûrsîn Ogûz (14), Suleyman Yelboga (18) û Zîver Yavûz (43) birîndar bûn.

Birîndar bi ambûlansên 112 rakirin beşa lezgîn ya Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeya Boztepe û Nexweşxaneya Dewletê ya Ordûyê. Termê Şîlan Ekîncî ya li cihê bûyerê jî jiyana xwe ji dest da, ji bo otopsiyê rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Ordûyê.