Karasu: Divê Elewî bi heqîqeta xwe re di nava HDP’ê de cih bigirin

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mustafa Karasu da xuyakirin ku girîng e Elewî bi heqîqeta xwe re di nava HDP'ê de cihê xwe bigirin.

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mustafa Karasu ji bernameya Mednûçe ji Deriyê Heqîqetê re axivî. Karasu der barê polîtîkayên KCK’ê yên têkildarî Elewiyan de nêrînên xwe anî ziman û got ku Dewleta Tirk berê Elewiyan dide CHP’ê, ev jî rêbazê şerê taybet e.

Karasu bi lêv kir ku demokrasî tê îfadeya jiyana hevpar û azad a civakê cuda û got: “Ji ber vê yekê civaka Elewiyan berê civakek girtî bû. Xwe nas nedikir an jî cuda dihat naskirin. Niha jî ev her çû şikest. Elewîtiyê êdî xwe li cîhanê da nasîn.
DAIŞ dixwaze hemû baweriyan tasfiye bike. Elewî vê ji bo xwe wek talûke dibînin. Ji bo vê jî li dijî tevgera Kurd ya li dijî DAIŞ’ê têdikoşe sempatiya wan pêş ket. Lê ez vê bêjim; tevgera me ji serî de erênî nêzî Elewiyan bû. Di Bendava Çubuk de di tevgera Apocî de ji 4 kesên cih digirt 4 kes Elewî bû. Ji roja ku tevger hatiye avakirin heta niha rast nêzî nasnameya Elewiyan bûne. Bi salane di têkoşîna ku tê dayîn de ji bo Elewî bigihêjin rêxistinbûna xwe ya xweser tevgerê hewl daye. Di salên 1990’î de Yekîtiya Elewiyên Kurdistanê hatiye avakirin. 

Karasu got ku li ser hewcedariyê yekîtî hatiye avakirin û got: “Ez wê demê li Ewropayê bûm.  Wê demê ji sedî 70 girseya me ya Ewropayê Elewî bû. Ne tenê Elewiyên Kurd, ên Tirk jî tevlî bûn. Piştî 12’ê Îlonê nêzî PKK’ê bûn. Delweta Tirk ev hemû dîtin û ji bo pêşî li van bigirin nerm bû. Elewiyan ji van fêde girt, weqf, komele ava kirin.  Nêzîkatiya Elewiyan a li dijî me bi DAIŞ’ê re destpê nekir, beriya vê heye. Dewletê ji bo pêşî bigire ku Elewiyên Tirk rastiya PKK’ê bibîne propaganda kir. Ji ber vê hinek Elewiyan wek dewlet li PKK’ê nihêrt, wek terorîst didîtin. Lê piştî ku têkoşîna li dijî DAIŞ’ê dîtin, di bin bandorê de man. Yanî Elewiyan tevgera xwe ya rast, bi vî alî heqîqeta xwe dîtine.

CHP NEKARE MAFÊ ELEWIYAN BIPARÊZE

Karasu di berdewamiya axaftina xwe de got ku Elewî bi salan hatin manîpulekirin û got: “Hinek bi tirsa şerîatê deng dan CHP’ê. Em nabêjin we çima deng dan CHP’ê, em vê fêm dikin. Ji ber ku rêyek alternatîf tinebû.  Berê Elewî nêzî tevgerên ku têkoşîna azadî û demokrasiyê didan bûn. CHP wek çep didîtin û deng danê. Lê îro ne wisa ye. Alternatîfek heye. CHP partiyek dewletê ye. Dema dewlet bi teşe bû bi senteza Tirk-Îslamî teşe bû. Di nava saziyên yekem hat avakirin e Wezareta Karên Hundir a Diyanetê hebû. Berê di nava dewleta Tirk de Buroya Elewiyan hebû, niha jî heye. Hê jî hinek kesên nava CHP’ê bi dewletê re di têkiliyê de ne. Peywira wan ev e ku Elewiyan ber bi dewletê û CHP’ê ve bikişînin. Wek hûn jî dizanin dîroka dewleta Tirk ji dîroka Osmaniyan ne cudatir e. Li Dêrsîmê qirkirin hat jiyîn. Qirkirina Kurdan bû. Li Çorumê û Mereşê qirkirin hat jiyîn.

Ji ber vê partiya Elewiyan HDP ye. Di HDP’ê de nasname û bawerî nahelin, her kes bi nasnameya xwe ya heye. Elewî di HDP’ê de dikarin xwe wek kom îfade bikin. Di vî alî de Elewî cudahiya xwe ferq bikin û partiya xwe hilbijêrin. CHP her netewe dewlet e, her kesî dihelîne. Dixwaze Kurdan bike Tirk, Elewiyan bike Sunnî. Îdîa dikin ku bi AKP’ê re tifaq heye, ev jî îftira ye. Ne rast e. 10 xalên di 28’ê Sibatê de hat xwendin ne tenê Kurdan, hemû gelan eleqedar dike. Pergala serokatiyê ji derewan pêk tê. Li Amerîkayê pergala serokatiyê heye. Li wir serokatî li ser demokrasiyê bilind bûye.  Di dîroka Amerîkayê de dewletbûn tine. Dîrokek wisa ya Tirkiyeyê tine. Li cihekî weke Tirkiyeyê ku nirxên demokratîk tine, pergalên wek serokatiyê dibe otorîterbûnê. Pirsgirêka Kurd pirsgirêka demokratîkbûnê ye. Bi demokrasiyê dikare çareser bibe. 

Di 28’ê Sibatê de bi 10 xalî demokratîkbûna Tirkiyeyê hatiye rûniştandin.  AKP dixwaze pakêta ewlekariya hundir li Tirkiyeyê ferz bike û Rêber Apo jî demokrasî û çareseriya pirsgirêka Kurd xistiye rojevê. Ev têkoşîneke.” 

Karasu di berdewamiya axaftina xwe de got, "Bêguman em dibêjin ku di demorkatîkbûnê de destdanîna têkoşîna çekdarî mimkun e. Berdana çekan ji bo her kesî bi xêr e. Gelo dema pirsgirêk çareser bibe çima em serî li berxwedana çekdarî bidin. Ji ber ku ev otorîterbûn heye mirov li ber xwe didin.  Bûyerên Gezî, Kobanê ji ber vê derketin. Yanî lihevkirin ev demogojiyek e.

Me bi çekê jî li ber xwe da, em niha bi awayekî cuda têdikoşin.  Ev têkoşîna ku AKP’ê ber bi demokratîkbûnê dikişîne. Lê AKP gavê davêje, na navêje. Zîhniyeta wê ya demokratîk tine. Wê demê zemîna me afirandiye divê kî binirxîne? Divê hêzên demokrasiyê binirxînin.  Wê demê divê di serî de Elewî li 10 xalan xwedî derkevin. Divê li dora HDP’ê bibin yek.”

Karasu axaftina xwe wiha berdewam kir: “Em li dij dewlet û desthilatdariyê ne. Lê em ne li dij siyasetê ne. Bila Elewî, Xiristiyan, Yahûdî û Ezidî bi siyasetê re mijûl bibin. Siyaset tê wateya ku civak bi karê xwe re mijul bibe. Divê civak ji bo karên xwe biryarê bidin. Ev tiştekî xweş e. Lê siyaset niha wek dewlet û desthilatdarî tê fêmkirin. Belê em li dij wê siyasetê ne.”

ELEWÎ JÎ JI ROJHILATA NAVÎN IN

Divê Elewî nêrîna xwe guherin. Elewî jî ji Rojhilata Navîn in. Rojhilata Navîn xweşik e.  Şaristaniyek manewî ye. Îslamiyet nas kir, gihişt teşeyek nû.  Ewropa û Rojava niha valahiyek manewî hîs dike.”

Karasu bi lêv kir ku ew di wê baweriyê de ne ku Deriyê Heqîqetê ji azadiya jinê derbas dibe û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heqîqeta Sirri, azadiya jinê ye.  Em dibêjin Elewî xwedî maf, xwedî wijdane; lê ev ancax bi azadiya jinê dibe.  Qelsbûna van nirxan bi şîdeta li ser jinê destpê kiriye. Heqîqet wisa winda bûye. 

Niha Elewî dibêjin Deriyê Heqîqetê. Li gorî min divê ev bêguhertin. Rêveberên Komeleyên Elewiyan hemû mêr in. Tenê di li malên cemê û îbadetxaneyan jin hene. Ev jî erêniye lê dema ku jin evqas hatine cudakirin, wê çawa bigihêjin heqîqetê. Li gundan ne wisa bû mînak. Lê li bajaran jin qebûl nekirine.

TEVGERA KURD MODEL DANÎ HOLÊ

Di tevgera Kurd de  nêzî nîvê jinan Elewî ne. Azadiya jinan bi Elewiyan re di tevgera me de temsiliyeta xwe dibîne. Ger dixwazin heqîqetê bibînin divê teqez ji jinê destpê bikin”

EM KESÊN DI CHP’Ê DE TÊN FÎNANSEKIRIN DIZANIN

Karasu wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tevgera Azadiya Kurd ne Sunnî, Elewî, Êzidî ne Suryanî, Yahûdî û ne Xiristiyan e; ya  hemûyan e. AKP dibêje di PKK’ê de Elewî hene. Dixwaze Sunniyan ji PKK’ê dûr bixe. Vê MÎT dike. CHP dibêje PKK tevgerek Sunnî ye. Ev hemû şerê taybet in. Lê pratîka PKK’ê li holê ye. Di tevgera Azadiya Kurd de bi hezaran ciwanên Elewî şehîdin. Divê kes bi van bawer neke. Em dixwazin li Tirkiyeyê biratiya gelan biafirînin. Li Êzidiyan xwedî derket.

Piranî gerîlayên me yên li dijî DAIŞ’ê şer dikin, ciwanên zarokên Sunnî ne. Niha tirsa PKK’ê tinebûya wê li Elewiyan çi bikirana. Ez bang li Elewiyan dikim. Elewî em bi wijdan bin. Niha li Başûrê Kurdistanê Kakaî, li Îranê Yaresanî hene, ew jî Elewî ne. Bila biçin lê binêrin.  Ew herî zêde kê wek ewlehî dibîne? Ew wisa difikirin ku ger PKK tinebe wê wan ji holê rakin. Ev 30 sal e em li Dêrsîmê ne. Ew gerîla kî ne? Li Koçgiriyê gerîla şer kir? Ew gerîla kî ne. Hevalê Alî Koçgirî di êrîşa hewayî de jiyana xwe ji dest neda?

Hevala Sara ne ji Dêrsîmê bû?  Ji ber vê neyên lîstikan. Di nava CHP’ê de  kesên dixwazin Elewiyan bi dewletê ve girê bidin hene. Em naxwazin nav bidin, lê em wan baş dizanin. Em dizanin kîjan parlamenter dixwazin Elewiyan bi dewletê ve girê bidin.”

Karasu bal kişand ser polîtîkayên HDP’ê yên der barê Elewiyan de û got: “Bêguman tiştên HDP bikin hene. Lê divê Elewî biryarên der barê xwe de bidin. Divê HDP rêxistinên Elewî muxatab bigire. Ji ber vê yekê divê HDP bi civaka Elewiyan re têkiliyên xwe xurtir bike. Divê bi komele, federasyon û ocaxan re di nava muxatabiyê de be. Ger wisa be wê polîtîkayek rast bê destxistin. Elewî dixwazin Wezareta Karên Diyanetê rabe. Elewî divê perwerdeya xwe bi xwe bikin. Divê tevlî dewletê nebin. Divê dersên olî yên ferzkirî bên rakirin. Divê malên cemê wek îbadetxane bên nasîn. 

LI KURDISTANA AZAD WÊ DÊRSÎM XWESER BE

Li dijî qirkirina spî divê Elewî saziyên xwe yên baweriyê ava bikin, akademiyên xwe ava bikin. Divê li dijî ferasetên tinekirinê, cudakirinê derkevin. Em dixwazin her kes wek xwe be. Divê Êzidî  wek Êzidiyan bin, Sunnî, Elewî û Xiristiyan wek xwe bin. Divê kes li neşibe kesî.

Em li Kurdistanê dibêjin Dêrsimek xweser. Çawa ku em dixwazin li Başûrê Kuridstanê Şengal xweser be, li Telaferê Tirkmen xweser bin, em dixwazin Dêrsîm jî xweser be.  Dêrsîm bi bawerî û çanda xwe divê li Kurdistanê xweser be. Çand û xweserbûn hene, kes nekare wê di potayekê de bihelîne.”

Karasu got ku Elewî pêvajoyê ji nêz ve dişopînin û armanca vê pêvajoyê ev e ku demokratîkbûna Tirkiyeyê û got: “Lê hê derbasî muzakereyan nebûne. Lê Rêber Apo demokratîkbûna Tirkiyeyê xistiye rojevê. Tê gotin ku Elewî wê neyên qebûlkirin, Tirk û Kurd wê li hev bikin. Ev derewek mezin e. Divê Elewî rehet bin, bi van manîpulasyonan nexapin. Ev îftira ye.

Em li Şengalê li Êzidiyan xwedî derketin.  Em bi heman awayî li Elewiyan xwedî dernekevin, wê demê em ê bêjin bila ev Kurdbûn tine bibe. Em tevgerek wiha ne. Em ne tenê nûnerên Elewiyên Kurd in, em Elewiyên Tirk jî diparêzin. Bila Elewî piştgiriyê bidin pêvajoyê, xwedî li 10 xalan derkevin.

GER HDP QEZENC BIKE WÊ TEVGERA HEZÎRANÊ QEZENC BIKE

Ger HDP qezenc bike wê Elewî qezenc bikin. Partiya Kurdan, Çerkezan û Elewiyan HDP ye. Syrîza Yewnanîstanê li Tirkiyeyê HDP ye. bi vê wesîleyê ez bang li ODP û Tevgera Hezîranê dikim: bila bi HDP’ê re tifaqê bikin."