Cîgirê Serokê Koma BDP'ê yê Meclîsê Hasip Kaplan, diyar kir ku dê têkildarî krîza di Komîsyona Lihevhatina Makeqanûnê de di 17-20'ê Tîrmehe de nirxandinekê bikin û wiha got: "Em ji bo makeqanûna Kenan Evren şima û cila bikin nehatin. Em dê kesên ku vê pêvajoyê aloz dikin deşîfre bikin.
Cîgirê Serokê Koma BDP'ê yê Meclîsê Hasip Kaplan, der barê krîza di Komîsyona Lihevhatina Makeqanûnê li meclîsê civîna çapemeniyê pêk anî. Kaplan, xwest di rêziknameyê de guhertin çêbibe û wiha got: "Ji ber ku 3 partiyên li dijî wan xwedî feraseta qedexe, ewlehî û dewletê ne, li dijî eniya BDP'ê dibin yek. Em ji bo peymana civakî bang li hembû beşên civakî dikin ku tev li pêvajoyê bibin. Koma me dê di 17-20'ê tîrmehê de li hev kom bibe. Em ê der barê makeqanûna nû de bi berfirehî civakê û gel agahdar bikin. Em dibînin ku 3 partî li hemberî zimanê kurdî dibin yek û dijberiya xwe tînin ziman. Çima welatên din ên pirzimanî diparêzin û çima li welatê xwe naparêzin. Bi vê amadekariya nû dixwazin makeqanûna Kenan Evren cîla û şima bikin.
Kaplan, da zanîn ku ji bo ew makeqanûnê şima bikni nehatin meclîsê û dijberî vê yekê ji bo kujer, şerxwez û alozkeran ronî bikin hatin meclîsê. Kaplan, hîleyên di ezmûna KPSS'ê de jî rexne kir û da zanîn ku pirs û bersîv li ser sergoyan digerin.