Kaplan: Em dizanin çima Sariyildiz nehat tehliyekirin

Kaplan: Em dizanin çima Sariyildiz nehat tehliyekirin

Cîgirê Serokê Koma BDP’ê û Parlementerê Şirnexê Hasîp Kaplan, piştî sererastikirina di 3’emîn Pakêta Darazê de Parlementerê BDP’ê yê Şirnexê serbest nehat berdan, nerazîbûn nîşan da û got; “Ger Sariyildiz serbest berdin, dê neçar bimînin hemû wekîlên din jî serbest berdin. Ji bo pêşî li vê yekê bigirin, hevalê me serbest neberand. Ev yek ne hiqûqî ye."

Kaplan 3’eyîm Pakêta Darazê û hêviyên tehliyekirinê ji ANF’ê re nirxand û got; “Ya keme; Ji xwe ji destpêkê ve girtina parlementeran ne hiqûqî ye. ya duwem: parlementer ji nîsana 2009 ve di girtîgehan de ne û ji endamtiyê tên darizandin. Navê vê ne darizandin, kuştina bê daraz e."

Kaplan destnîşan kir ku zêdetirê 3 salane hevalên wan ên parlementer girtî ne û got; “Li vir bi aşkereyî vê yekê dikin; girtina weke tedbîrê vediguherînin pêkanîna ceza. Yanî bi OMY’yan (Dadgehên raye taybet), bi dadgehên awerte hiqûqa dijmin pêk tînin.”

Kaplan destnîşan kir ku li gorî guhertinên di pakêtê de, sererastkirinên der barê “propaganda û sucên çapameniyê” yên TMK’ê de hatine pêkanîn, pênaseya ku vê yekê weke “sucê endamtiya rêxistinê” bi nav dike jî hatiye rakirin.

Kaplan got; “Xeyal e ku mirov qîma xwe bi van dadgehan bîne, û biryareke saxlem jê hêvî bike” û wiha pê de çû; “OYM peyam wernagirin, ew dadgehênsiyasî ne.” Kaplan diyar kir ku BDP’ê li hemberî vê yekê helwestek zelal nîşan da û got; “Me got ji bo mijara wekîlên girtî, tenê mesele peyvek a madeya 83/2. Hûn peyva “îstîsnayê” rakin dibe Weke din nabe. Kaplan destnîşan kir ku wana xwest ku dadgehên raye taybet bi temamî bêne arkirin.

JI BO PÊŞÎ LI TELHIYEYÊ DIN BIGIRIN

Kaplan diyar kir ku ne tenê parlementer, hilbijartiyên din jî di heman kategoriyê de ne û wiha domand; “Got ger Faysal Sariyildiz bihata tehliyekirin, ‘divê em yên din jî tehliye bikin’. Tevî şaredarên BDP’yî û serokên BDP’yî… Ji bo pêşî li vê yekê bigirin biryarek wiha bi lez wergirtin. Em ê vê deşîfre bikin. Binêrin, baldar bin, li her derê tehliye dest pê kir. Lê gava mesele dibe siyasetmedarên Kurd “sucê terorê” tê gotûbêjkirin. Lê li vir sucê nêrînê heye. Ji ber ku li vir tundî tune."

Kaplan destnîşan kir ku hikûmeta AKP’ê bi van pêkanînên xwe mayînan dixe binê aşitiya civakî û wiha berdewam kir; “Ev hêzîkatiyek pir xeter e. Em bi siyasîbûyîna dadê re rû bi rû ne. Ev reş bi awayeke dijwar li hemberî siyaseta Kurdan tê pêanîn. Kurd jî dê nerazîbûn nîşan bidin."

Kaplan ragihand ku dê partiya wan di hefteya pêş de der barê mijara parlementeran de bicive û biryarekê bide.