Kaplan: Bila parlementerên girtî serbest bê berdan

Kaplan: Bila parlementerên girtî serbest bê berdan

Wekîlê Serokê Koma BDP'ê Hasip Kaplan, tekildarî 3'emîn pakêta darazê li meclîsê civîn pêk anî. Kaplan, xwest ev biryarên nû bi lezgîn û resen têkevin meriyetê. Kaplan xwest hemû parlementerên girtî serbest bên berdan.

Wekîlê Serokê Koma BDP'ê Hasip Kaplan, tekildarî 3'emîn pakêta darazê, li meclîsê civîna çapemeniyê pêk anî. Kaplan, sersaxî ji malbatên kesên di lehiya Samsûnê de jiyana xwe ji dest dane xwest. Kaplan xwest Wezîrê Derdor û Bajarvaniyê Erdogan Bayraktar, gotiye "Gerku berpirsyarî hebe divê hewcedari bê kirin" û wiha got: "Herî dawî TOKÎ ku di pêvajoya qanûndanînê de bûn, li dervê Sayiştayê hatin hiştin. Ji bo deriyê rantê TOKÎ xistin meriyetê. Em dê vê mijarê li meclîsê bişopînin. Dadgeha Makeqanûnê, dozên derbarê partiyên siyasî yên tabelayên 2 zimanî ango pir zimanî betal kiribûn.

Li gorî zagona partiyên siyasî tê gotin ku biryarên ji aliyê kesên tuzsel ve bê wergirtin divê aydî kesên tuzel bin. Ji ber vê yekê gelek siyasetmedar girtî ne. Li gel partiyên siyasî di bin venêrtina Dadgehên Makeqanûnê dene jî dîsa Parti Siyasî, Biryarên MYK'ê rêzikname û bername li şûna di bin banê Makaqanûnê de bin di bin Dadgehên Bi Rayeya Taybet dene. Bi lêpirsîna KCK'ê zêdeyî 10 hezar kes hatin binçavkirin. Niha nêzî 8 hezar kesan girtî ne. Me dixwazin zagon rast bibin."

Kaplan bilêv kir ku, bi 3'emîn pakêta darazê rewşa darazê ji nûve hatiye rojevê. Kaplan, bilêv kir ku Serokê Meclîsê Cemîl Çiçek û Wekîlê Serokwezîr Bekîr Bozdag derbarê parlamenterên girtî de diyar kirine ku, dikarin kontrola edlî pêk bînin û wiha got: "Divê ev pakêt li gorî pîvanên qerdûnê yê heqûqê gerdûnî pêk bên. Dema ku azadî dibe mijar her tişt tê guhertin."

Kaplan anî ziman ku, ev guhertin tenê parlementeran naqe nava xwe û wiha berdewam kir: "Hemû hilbijîran dixe bin baneyê xwe. Divê endamên meclîsê, şaredariyê, û hemû hilbijêr ji vê yekê sûdê bigirin û serbest bên berdan.

OYM ji bo AKP'ê dibe ezmûn. AKP'ê ji bo OYM’ê gotibû erê. Ev ji bo AKP'ê nebaş bû divê niha roca OYM’ê neşapîne. Divê bi parlementerên girtî re rojekê kom bibe.

Kaplan da zanîn ku, ji bo kesên 3 salin girtî ne divê tu hincet neyê nîşandan û wiha berdewam kir: "Ger ku parlementer serbest bên berdan jî divê meclîs ji bo wan rojekê kom bibe. Ji xwe divê meclîs beriya 1'ê Cotmehê kom bibe. Kaplan xwest parlementer û siyasetmedar serbest bên berdan.

Kaplan li ser pirsên "Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Îmraliyê ye ya na jî wiha got: "Li sakarayê digeriya hûn rastî wî hatin? Ew qas tişteki ji rêzê ye. Muhatabê vê yekê Serokwezîr û Wezîrê Dadê ye. Divê her tişt bi belgeyan bê îspatkirin.