Piştî çalakiya li navçeya Foça ya Îzmîrê pêk hat û di encamê de herî kêm leşkerek hat kuştin, nijadperestên Tirk li ser Twitterê dest bi kampanyaya “Kurdê herî baş Kurdê mirî ye” dan destpêkirin. Ev mijar bû mijara nûçeya kanal El Cezîreyê.
Kanal El Cezîre bal kişand ser kîn û nefreta li Tirkiyeyê ya li hemberî Kurdan û vê kampanyay li ser twitterê weke mînan nîşan da. Kurdan û hin karhênerên din ên Twitterê nerazîbûnên xwe bi awayê “Hûn çawa dikarin destûra tiştek ewqas kirêt bidin.”
Di nûçeya bi sernûçeya “Li Tirkiyeyê li dijî Kurdan trend” de ragihand ku kampanyaya “Kurdê herî baş, Kurdê mirî ye” li rastî nerazîbûnan hatiye.
El Cezîre van twitên der barê mijarê de weşand:
-Karhênerê bi navê BOB, gotina “Kurdê herî baş Kurd mirî ye” dubare dike û dixwaze rêjeya beşdarbûna kampanyayê zêde bike.
-ydillek: Kurdê herî baş Kurdê mirî ye. Her Kurd PKK’yiyek potansil e..! min heta îro tu yên baş nedît!!
-Hilmi Akman jî nefreta xwe ya li hemberî Kurdan û dirûşima înarkirina Kurdan a Ataturk “Xweziya bi wî yê Tirk be” tîne ziman.
-Kimsinkim: Nivîsandina ‘Kurdê herî baş Kurdê mirî ye’ dilxweşî be, ez ê sed caran binivîsim..
Hin nerazîbûnên li hemberî êrîşên nijadperest ên li ser Kurdan jî wiha ne:
-Birusk: Mirov nikare bawer bike, hûn çawa destûr didin ku yên weke @Twitter! ‘en iyi Kürt ölü Kürt’ bibin trend?
-Xende Biradosti: Nijadperestiya TT, tenê nîşan dide ku Tirk li hemberî Kurdan çiqas di bin xeteriyan de ne.
-Minhaj Ekreyi: Ger hemwelatiyên Tirkiyeyê bêjin “Kurdê herî baş, Kurdê miriye” dê Tirkiye bibe modelek çawa ? nijaperest.