Kakabaveh: Divê gel rabe ser piyan û ji Erdogan re bêje 'bisekine'

Parlamentera Partiya Çep a Swêdê Amîneh Kakabaveh a li Amed û Sûrê lêkolîn kir ragihand, li Sûrê şer diqewime û da xuyakirin, ku ev şer dikare rê li ber travmayên mezin veke.

Parlamentera Partiya Çep a Swêdê Amîneh Kakabaveh a li Amed û Sûrê lêkolîn kir ragihand, li Sûrê şer diqewime û da xuyakirin, ku ev şer dikare rê li ber travmayên mezin veke. Kakabaveh da xuyakirin, ku divê gel ji bo sekinandina Erdogan rabe ser piyan.

Parlamentera Partiya Çep a Swêdê Amîneh Kakabaveh, ku ji bo rewşa li Amed û Sûrê ji raya giştî ya Swêdê re vebêje çû Amedê, da zanîn, ku Sûr û Amed veguherîne qadeke leşkerî.

Kakabaveh da xuyakirin, ku li Sûrê zêdeyî 3 meh in derketina derve qedexe ye, dikan û dibistan girtî ne û timî dengê çekan jê tê.

Kakabaveh anî ziman, li her devera bajêr polîs û leşkerên dest bi çek, tank, top û panzer tên dîtin û diyar kir, rewşa li Sûrê ji çavên jin û zarokan tê xwendin. Kakabaveh got, "Tevî ku berê ez di şerê li Îranê de bûm jî, li Amedê ez gelekî tirsiyam. Li Sûrê dema em li avahiya HDP'ê bûn, hişyarî dan min ji bo ku ez li kêleka şibakeyê rûnenêm. Li Kurdistanê bi yek gotinê; şer heye."

'KURDAN ŞER NEXWESTIN, ERDOGAN XWEST'

Kakabaveh da zanîn, şerê li Kurdistanê wê di nava gel de rê li ber travmayên mezin veke, şopên kûr bihêle û got, "Kurdan ev şer nexwestin, Erdogan xwest. HDP, Komeleya Mafên Mirovan, Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û hemû nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl dixwazin ev şer bisekine û hevdîtinên aştiyê ji nû ve bên meşandin. Destnîşan kirin, ku ji ber êrîş û bomberdûmana rejîmê, ew neçar mane xwe li pişt bendan biparêzin."

'DIVÊ ŞER BÊ SEKINANDIN'

Kakabaveh da xuyakirin, ku piştî vegera ji Sûrê wê hewl daye rewşa ji raya giştî ya Swêdê û parlamenteran re vebêje û got, "Li Parlamenta Swêdê helwestek dostaniya Kurdan heye. Tevî vê yekê jî haya xwe ji komkujiyên li Bakur nîne û zehmet e mirov wan angaje bikin. Di vegerê de televîzyona Swêdê hevpeyvînek bi min re kir. Min jê re vegot, ku mirov bi dengê çek û bombeyan radizên û radibin. Min rewş ji Serokwezîrê Swêdê Stefan Lofven re vegot. Di roja civîna îro de qewimînên li Tirkiyeyê hene. Ez ê careke din ji Serokwezîr re vebêjim. Ez ê bêjim ku divê şerê li wir bê sekinandin. Nabe ku rewş bi vî rengî dewam bike."

'PÊWÎSTE PKK JI NAVA LÎSTEYA RÊXISTINÊN TERORÊ WERE DERXISTIN'

Kakabaveh diyar kir, beriya niha bi du salan ji bo çareseriya pirsgirêkê bi rêbazên aştiyane hêvî hebûn û got, "Her du aliyan jî dixwestin pirsgirêkê bi muzakereyan çareser bikin. Lê belê dema Erdogan ji hilbijartinên 7'ê Hezîranê encama hêvî dikir bi dest nexist, welat xist nava şer. Ewropa bi dîtina vê rastiyê re dikare zexta hevdîtinan li Tirkiye û Erdogan bike. Ji bo pêkhatina vê jî divê beriya her tiştî PKK ji lîsteya rêxistinên terorê ya Ewropayê bê derxistin. Piştî ku ev hat kirin, PKK û dewleta Tirk dikarin li dora heman maseyê rûnên û bi awayekî wekhev bazariyê bikin."

Kakabaveh bibîr xist, ku Swêd bi salan ji bo bibe dengê gelên bindest ketiye nava tevgerê, li Şîlî li dijî darbeyê, li Başûrê Afrîkayê li hemberî rejîma nîjadperest, li Vîetnamê li hemberî helwesta DYA derketiye. 

Parlamenter Kakabaveh got, "Îro jî heman tiştî dikare ji bo Kurdistanê bike. Dikare ji her du aliyan bixwaze ku li maseya muzakereyê vegerin. Eger veger li maseya aştiyê neyê kiri, wê şer dijwartir bibe. Gerîla, leşker, polîs û sivîl dimirin. Di encamê de mirov dimirin. Divê pêşî li vê bê girtin."

Kakabaveh ragihand, Serokkomar Erdogan dixwaze weke sûltanekî bi tena serê xwe welêt bi rê ve bibe û got, "Tirkiye bi lez û bez ber bi dîktatoriyê ve diçe. Girîng e gel rabe ser piyan û ji Erdogan re bêje 'bisekine'. Ji Hîtler û vir ve ti rayedarekî dewletê negotiye ez biryarên Dadgeha Destûra Bingehî nas nakim, li gorî wê tevnagerim. Matmayî mam e çima çîna karker, rewşenbîr û rojnamevan danakevin kolanan û rewşê şermezar nakin. Divê ji Erdogan re bêjin, 'ya tu ya jî em'."