Kadriye Dogan: Eger gotin veguhere çalakiyê watedar e

DAD’ê dê 24’ê Kanûnê roja Yekşemê li Dersimê kongreya xwe ya navendî li dar bixe. Hevseroka DAD’ê Kadriye Dogan got, "Nuqteya ku gotin veguhere çalakiyê watedar e. Kesên ku ne xwedî helwest bin ne pêkan e ku tiştekî bi dest bixin."

Hevseroka Komeleyên Elewiyên Demokratîk (DAD) Kadriye Dogan pêvajoya kongreyê û hilbijartinên herêmî ji ANF'ê re nirxand.

Kadriye Dogan diyar kir ku di vê serdema ku desthilatdarî hewl dide Elewiyên xwe biafirîne û muxalefeta sereke dev ji axaftinên xwe yên xwedîderketina li nirxên damezirîner bernade, divê daxwaza hemwelatîbûna wekhev ji her demê bêhtir bi dengekî bilind were gotin û wiha got: "Baweriya me di heman demê de rêya me ye. Gelekî aştîxwaz e û bi heman çavî li 72 netewan dinêre. Têkoşîna me ji bo jiyandin û domandina baweriya me ye. Lê belê kesên ku xwe weke pêkhateyên damezrîner îfade dikin û ev 22 sal in li ser desthilatdariyê ne, nikarin rastiya gelên li vê erdnîgariyê bi baweriyên xwe û xwebûna bijîn. Bêguman em ê têkoşîna xwe bi hevgirtina bi kesên ku bi me re ji bo hemwelatîbûna wekhev û komara demokratîk a laîk têdikoşin bidomînin."

'JI BO RÊYA HEQ BIGIHÎNIN PÊŞEROJÊ SEKNEKE XURT PÊWÎST DIKE’

Kadriye Dogan destnîşan kir ku nirxên bingehîn ên baweriya Rêya Heq a li dijî şer aştiyê û li dijî mirinê jiyanê diparêze û ji civaka komînal heta niha bi bedelên mezin hatine vir.  Kadriye Dogan anî ziman ku hem di warê bawerî û hem jî di warê çandî de ji bo ku li erdnîgariya ku Elewîtiya Kurd lê belav bûye pirek zexm ji paşerojê ber bi pêşerojê ve bê avakirin helwest û sekneke xurt pêwîst dike û wiha domand:

"Em bi yekbûna hebûnê bawer dikin. Em baweriya xwe wekî rêyekê dibînin. Baweriya me di esasê xwe de rengekî jiyana hevpar e ku heta roja îro hatiye. Rêya Heq baweriyek e ku bandorê li eêrsimê dike. Sêwas, Mereş, Çewlik, Semsûr, Mûş, Meletî û erdnîgariya derdor ev erdnîgarî erdnîgariya Elewîtiyê ya Kurdan e. Lê belê ji ber komkujiyên di dîrokê de hatine kirin, gelê Elewî di erdnîgariya xwe de gelekî kêm bûye. Koçgirî, Dersim, Mereş û Sêwas... Dema ku em li pêvajoya îro dinêrin, divê fêm bikin ku bi qirkirina fizîkî re qirkirina bawerî û çandî tê meşandin. Kurdên Elewî yên baweriya wan bi Rêya Heq sed sal in di bin zexta Tirkîtî û Îslama Sunnî de ne.”

Kadriye Dogan da zanîn ku di nava pirsgirêkên ku niha dijîn de sekna parçebûyî ya di nava Elewiyan de heye û destnîşan kir ku yek ji xalên sereke yên nîqaşê yên kongreyê ew e ku divê Elewî di têkoşîna maf û azadiyê de cih bigire. Kadriye Dogan axaftina xwe wiha bi dawî kir:

DI KONGERYÊ DE WÊ ÇARESERIYÊ NIQAŞ BIKIN

Em li Tirkiyeyê û li gelemperiya cîhanê şahidê xurtbûna siyaseta rastgir in. Yên ku ji xwe re dibêjin çep û mûxalefet gelek caran dikevin aliyê rastê. Derbarê têkoşîna Elewiyan a ji bo hemwelatîbûna wekhev de ti helwestên samîmî û hundirîn nînin. Lê ji bilî nêrîna partiyan a li ser Elewiyan, em çawa li xwe dinêrin û xwe li ku dibînin? Heke gotin vediguhere çalakiyê watedar e, kesên ne xwedî helwest bin ne pêkan e ku tiştekî bi dest bixin. Baweriya me bi damarê heqîqeta civakê ye, hêza wê heye ku îro xwe ji cewherê xwe ji nû ve ava bike. Kongreya me wê bibe kongreyeke ku ev hemû bi kûrahî bên nîqaşkirin."