Jinên kurd di Festîvala Rock’ê ya li Îtalya de 7500 îmze komkirin
Jinên kurd di Festîvala Rock’ê ya li Îtalya de 7500 îmze komkirin
Jinên kurd di Festîvala Rock’ê ya li Îtalya de 7500 îmze komkirin
Li bajarê Îtalya Brescia'yê, di festîvala Rock'ê ya ji aliyê Radio onda D’urto ve hat organîzekirin de jinên Kurd ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 7500 îmze kom kirin.
Festîvala Rock'ê ya li bajarê Îtalya Brescia ya di 14'ê Tebaxê de destpê kir û sibê bi dawî bibe, ji bo Kurdistaniyan bû qada berhevkirina îmzeyan a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî.
Kurdistaniyên ku êvarê dadikevin qada konserên festîvalê, heta niha 7.500 îmze kom kirine û armanca wan heta dawiya festîvalê komkirina 15 hezar îmzeyane.
Berhevkirina îmzeyan ji aliyê komîteyeke Kurdistaniyan a ji herêma Lombardia ya Îtalyayê ve tê kirin.
Yek ji dildarên kampanya îmzeyan Cahîde Ozel da xuyakirin ku ew ji bilî berhevkirina îmzeyan, der heqê tecrîda li dijî Ocalan û rewşa li Rojavayê Kurdistanê jî beşdarên festîvalê agahdar dikin û li pêwendiyeke mezin rast tên.
Endameke din a komîteyê Zozan Berwarî jî anî ziman ku bi destpêkirina kampanya îmzeyan re ew seferber bûne û heta azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ewê her bixebitin.
Endamên komîteyê Ayşe û Nazîre Goktaş ên xwişkên hev jî bi awayekî çalak beşdarî kampanyaya berhevkirina îmzeyan bûne.
Li seranserê Îtalyayê, di çarçoveya kampanyayê de heta niha 52 hezar îmze hatine berhevkirin.