Jinan tecrîda li ser Ocalan li Rûsyayê şermezar kirin

Tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Rûsyayê ji aliyê jinan ve hate şermezarkirin.

Li paytexta Rûsya Moskowayê û li navçeya Dergaçiye ya bajarê Saratovê, jinan tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin.

Bi vê armancê, Tevgera Jinên Kurd a li Rûsyayê û Organîzasyona Jinên Kurd a Moskowayê-Viyan daxuyaniyeke hevpar dan çapemeniyê.

Daxuyanî li ber Navenda Çanda Kurd hate dayin û Seroka Organîzasyona Jinên Kurd a Moskowayê Tara Qadir axivî. Qadir got, "Rêberê me di nava şert û mercên giran de tê hiştin. Hikumeta AKP'ê bi rê ya polîtîkaya tecrîdê dixwaza îradeya Kurdan bişikîne û faşîstên li Tirkiyeyê jî ber bi xwe ve bikişîne. Lê belê bi têkoşîna demokratîk a gelê me re wê tifaqa Erdogan-Bahçelî bê hilweşandin. Bêdengiya hêzên navneteweyî ya li pêşberî êrîşên AKP-MHP'ê yên li dijî Kurdan, kuştina hiqûq û mafên mirovan e. Em ji hêzên navneteweyî dixwazin ku tavilê bikevin nava hewldanan û bikin ku tecrîda li ser Rêberê me bê rakirin."

Di dawiya daxuyaniyê de dirûşma "Bijî Serok Apo" hate qîrîn.

DERGAÇIYE

Li navçeya Dergaçiye ya bajarê Saratovê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate şermezarkirin.

Bi pêşengiya jinan, Kurdistaniyan alên PKK û KCK'ê hildan û xwestin tecrîda li ser Ocalan tavilê bê rakirin. Di çalakiyê de li dijî AKP û Erdogan dirûşm hatin qîrîn û ji bo xwedîderketina li Ocalan bang hate kirin.