Jina ji bo piştevanîkirina bi çalakiyên grevan re xeleka ji mirovan çêkir

Meclîsa Jinan a HDP’ê li Esenyûrtê ji bo piştevanîkirina bi çalakiyên grevên birçîbûnê re xelekek ji mirovan çêkirin.

Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo protokirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştevanîkirina bi grevên birçîbûnê re li Qada Esenyûrtê çalakiyek kirin. Bi sedan jinên li hev kom bûn, pankarta ‘Tecrîd sûcê mirovahiyê ye’ vekirin.

Jinên ku tîşortên wêneyên Leyla Guven li ser li xwe kiribûn, xelekek ji mirovan çêkirin. Jinan bal kişand ser çalakiya rûniştinê ya bi rojan e li pêşiya Girtîgeha Gezbeyê tê lidarxistin, êrîşa polîsan a faşîzan şermezar kirin.

Çalakiya ku bal kişand dewam dike.