Di serdegirtinên malan yên li Mêrsînê ku di nav de 2 jê mexdûrên Pozantiyê bi giştî 4 zarok hatin binçavkirin, sewqî edliyeyê kirin. Lêpirsîna ku li dozgeriyê bidawî bû, bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin.
Di 12’ê Tebaxê de di serdegirtinên malan yên li Taxên Yenî Hal û Şevketsumer yên Mêrsînê de 2 jê mexdûrên Girtîgeha Pozantiyê bigiştî 4 zarok bi îdîaya “wesayît şewitandine” sewqî edliyeya Mêrsînê kirin.
Zarok piştî lêpirsîna dozgeriyê bidaxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin.
Li Mêrsînê di 8 mehên dawî de 30 zarokên mexdûrî Girtîgeha Pozantiyê hatine binçavkirin û ji vana 15 hatibûn girtin.