Piştî ku aktivîstên Kurd xwestin alîkariyê ji malbatên ji pevçûnê direviyan bibin rastî êrîşa hêzên ewlekariyê hatin û 3 kurdan jiyana xwe ji dest da, Yekîneyên Paratina Gel çalakiya bersivdanê pêk anîn. Herî kêm 6 endamên hêzên ewlekariyê hatin kuştin.
Li gorî agahiyên hatine girtin, hêzên YPG’ê li Seken Şebabiyê ku di keve navbera du daxên Eşrefiye û Şêx Maqsûd yên Kurdan de li dijî hêzên ewlekariya Sûriyeyê êrîş pêkanîn. Li gorî daxuyaniya ku YPG’ê dayî ANF’ê di êrîşan de herî kêm 6 hêzên ewlekariyê hatine kuştin.
YPG’ê ragihand ku, “Em ev çalakî ji ber kuştina 3 Kurdên li Helebê hatin kuştin weke bersivdanê pêkanî. Ger rejim kuştina Kurdan berdewam bike, em dê çalakiyên xwe bidomînin.”
duh endamên Meclîsa Gel û yekîneyên parastinê ji bo alîkariyê dibe wan malbatan dest bi hewldanan kir. Koma ku xwest biçe Semta Tariq Eldab a ku erzaq lê tê belav kirin û ard, nan û pêwîstiyên din ji bo malbatên mexdûr bînin di rê de li rastî êrîşa hêzên rejîma Esad hatin û di encamê de 3 kesan jiyana xwe ji dest û 11 kes birîndar bûn. Kesên birîndar bûn rakirin nexweşxaneyê.
Hêjayê gotinê ye ku Heleb, piştî Şamê duwemîn bajarê mezin ê Sûriyeyê ye û nêzî 600 hezar Kurd li Helebê dijîn.