Ji TOP û Piştevaniya Mor 4 kes hatin destgîrkirin
Li Enqere Îzmîrê ji Partiya Azadiyê ya Civakî (TOP) û Piştevaniya Mor, 4 kes hatin destgîrkirin.
Li Enqere Îzmîrê ji Partiya Azadiyê ya Civakî (TOP) û Piştevaniya Mor, 4 kes hatin destgîrkirin.
Li Enqere û Îzmîrê li dijî endamên Partiya Azadiya Civakî (TOP) û Piştevaniya Mor operasyon hate lidarxistin. Di serdegirtina malan a her du bajaran de endama Koordînasyona Navendî ya TOP’ê Hatîce Goz di nav de 4 kes hatin destgîrkirin. Ji bo lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê hatiye destpêkirin ve biryara nepen hate wergirtin.
Endama Desteya Berdevkên TOP’ê û parlamantera Partiya Çepên Kesk a Mersînê Perîhan Koca têkildarî destgîrkirinê axivî û wiha got: “Em difikirin ku di nava amadekariyên doza komployê de ne. Pere û zêrên di dawetê de hatine pêvekirin weke sûc tên nirxandin. Dewlet dixwaze piştî hilbijartinê hemû tundiya xwe arasteyî mûxalîfan bike.”