Şaredarê Sura Amedê Abdullah Demirbaş ku bi xebatên xwe yê pirzimanî tê naskirin hemû xebatên şaredariya Sûra Amedê din bin bandora pirengî, pir zimanî û pir çandî de dimeşîne. Wekî her rojên rojiya Remezanê vê rojiyê jî dîsa şaredar Abdullah Demirbaş û endamên meclisa şaredariyê di fitarê de bi rûsipiyên xwe re civiyan û fitara xwe bi hev re vekirin.
Di vê fitarê de rûsipiyên meclisa Kirklara , endamên meclisa şaredariyê, rêveberên partiya BDP’ê yên Navçeya Surê û nûnerên cemaetên ermenî û suryaniyan div ê fitarê de amade bûn.
Di vê civîna pîroz de şaredar Demirbaş li ser girîngiya jiyana hevpar a gelen cuda yên herêmê rawestiya û got ku ev civîna îro li dora sofreya fitarê rastiya vê herêmê û biratiya gelen ku bi hevre wek bira dijîn tîne ziman. Demirbaş got; “Ev civata me ya îro mînakeke zindî ye ji jiyana gele vê herêmêku bi hezar salan bi hev re jiyane.”
Her wiha ji seyda û rûsipiyên ku li ser vê sofreya remezanê amade bûn û li ser navê komeleya Diay-Der û endamê meclisa Kirklarê mele Hadî Koç axaftinek kir. Seyda di axaftina xwe de li ser giringiya nameyên vê mejha pîroz rawestiya û xêrhatina hemû kesên amade kir.
Di dawiya vê rojê de Demirbaş spasiyên xwe ji bo hemû rûsipiyên k udi şeve de amade bûn kir û wiha got: “Hûn rusipiyê me ne, hûn riya me ronî dikin û riyên baş û bi xêr ji bo gele me nîşanî me didin lewre jî em herdem minetdarê we ne û em ê her li gorî şîret û pêşinyarên we di xizmeta gele xwe û bajarê xwe bin.”