Di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê li dijî îdîayên “sîxurtiya leşkerî” hatî destpêkirin, ji 39 leşkerên muwazaf yên hatine binçavkirin 4 jê hatin girtin.
Di çarçoveya lêpirsînê de derbarê 50 leşkerên muwazaf yên biryara girtina wan hatî dayîn, li 12 bajaran operasyonên hemwext çêbûn û 40 leşkerên muwazaf hatin binçavkirin, her wiha ji vana 25 û yên beriya niha hatîn binçavkirin piştre li ser îtîraza dozgeriyê 14 leşkerên muwazaf hatîn binçavkirin, sewqî edliyeyê kirin. 25 leşkerên bigûman piştî îfadeyên wan hatin girtin serbest hatin berdan, ji 14 leşkerên din yên dubare hatin binçavkirin 4 ji wana hatin girtin. Her wiha 15 leşkerên ku duh hatin binçavkirin karûbarên wan didomin.
Di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê ve tê birêve birin, 78 kes hatibûn binçavkirin. Bi vî awayî hêjmara kesên di çarçoveya lêpirsînê de hatîn binçavkirin, li gel 50 ji wana leşkerên muwazaf yên teqawitkirî bigiştî giha 82’an.