Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewropayê (DMME) Tirkiyeya ku ji 159 dozan mehkûm kirî, ji wana 53 doz ji ber binpêkirina “darezandina di demê maqûl de” hatiye mehkûm kirin.
Bersiva ku Wezîrê Edaleta Tirk Sadullah Ergîn dayî pêşniyar pirsa Parlementerê CHP’ê yê Stenbolê Alî Ozgunduz diyarkir ku, dosyayekî dozên ku Tirkiye di sala 2011’an de li DMME’yê mehkûm bûye hatiye amadekirin.
Di bersiva dayî de aşkera kir ku, ji biryarên DMME’yê 53’ê wan bi “darezandina demê maqûl”, 38’ê wan jî bi “azadî û ewlekarî”ne.
DMME’yê di mijara lêpirsîna kêm ya di “Qedexeya muameleya xirab” de biryara 37 binpêkirina da û her wiha di mijara “qedexeya muameleya xirab” de jî biryara 36 binpêkirinan da.
Wezîrê Edaletê weke din ji ber sedemên dervey darezandina dirêj jî, têkildarî binpêkirina “mafê dadî darezandinê” 30, ji ber sedema “ îcranekirina biryarên darazê” 31, ji ber sedema binpêkirina “veşariya jiyana taybet” 9, ji ber “azadiya ol û wijdanê” 1, ji ber binpêkirina “azadiya fikir” 6, ji ber binpêkirina “mafê civîn û rêxistinkirinê” 4, bihinceta nedîtina “rêya hiqûqa navxweyî” 6, ji ber binpêkirina “mafê mulkiyetê” biryara 37 binpêkirinan hatiye dayîn.