Serokê PJAKê Rehmanê Hacî Ehmedî 28. Salvegera pêngava 15ê Tebaxê di serî de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li hemû gelên Kurdistan, Rojhilata Navîn û alîgirên azadî û demokrasiyê pîroz kir.
Serokê PJAKê Hacî Ehmedî pêngava 15ê Tebaxê wekî şikandina tirs û serdestbûna îradeyeke nû li Kurdistanê binavkir û weha dewam kir: "28 sal beriya niha wekî îro, li Kurdistanê gelê kurd ji nû ve ji dayik bû. Ev gelê ku bi îdeolojî, felsefe û çandek mirovdostane û hevdem dakete qada jiyanê, bi fedakirina baştirîn kur û keçên xwe, her roj serketinên nû û dîrokî bidest xistin.
Hacî Ehmedî ku pêngava 15ê Tebaxê wekî şoreşa vejînê, şoreşa li dijî tirsê, baweriya bi hêza xwe ya cewherî jî binav kir, weha jî bal kişand ser peyamên netewî û navnetewî yên 15ê Tebaxê û got; “"15ê Tebaxê bû navê wê ku gelê kurd êdî divê li ser lingên xwe raweste û pişta xwe tenê bi hêza xwe ya cewherî girê bide. Lewra, ti zihniyeta dagirker li Kurdistanê ne dibe û nejî dikare bibe dsotê gelê kurd. Kurdistan yek welat û gelê kurd yek netew e. Eger parçeyekî Kurdistanê jî ne azadkirî mabe, ne Kurdistan û ne jî gelê kurd wê ne azad be."
Serokê PJAKê got:" 15ê Tebaxê her weha pêngavek li dijî faşîzm, şovenîzm û nasyonalîzmê û ji bo wekhevî û dostaniyê, ne tenê li Rojhilata Navîn, lê li seranserî cîhanê ye. Ew her weha çanda mêrparêziyê ya li dijî mirovahiyê jî mehkûm dike."
Serokê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê Rehmanê Hacî Ehmedî di dawiyê de felsefeya pêngava 15ê Tebaxê jî weha rave dike:" Cewherê felsefeya 15ê Tebaxê li ser ewe ku, çand û ferhenga azad û demokrat, mirovê azad û demokrat perwerde dike, mirovê azad û demorkat civaka azad û demokrat diafirîne û civaka azad û demokrat jî cîhaneke azad û demokratîk pê tîne."