Ji sendîkayên herî mezin ên Îngilistanê ji bo Ocalan kampanya
Sendîkayên herî mezin ên Îngilistanê ji bo azadiya Ocalan dest bi kampanyayê dikin. Starta kampanyayê wê bi resepsiyona 25’ê Nîsanê ya li Parlamentoya Brîtanya bê dayin.
Sendîkayên herî mezin ên Îngilistanê ji bo azadiya Ocalan dest bi kampanyayê dikin. Starta kampanyayê wê bi resepsiyona 25’ê Nîsanê ya li Parlamentoya Brîtanya bê dayin.
Sendîkaya karkeran a herî mezin a Brîtanyayê Ûnîte The Ûnîon û sendîkaya 3’yemîn a herî mezin GMB têkîldarî starta kampanyayê ya wê bi resepsiyona li Parlamentoya Brîtanyayê bê dayîn daxuyaniyek nivîskî weşand.
Di daxuyaniya bi îmzeya serokê berê yê GMB’ê û dîrektorê kampanyayê Sîr Paûl Kenny de hat destnîşankirin ku azadiya Ocalan wê tevkariyek mezin ji aştiya hundirîn a Tirkiyeyê re bike.
‘TECRÎDEKE MEZIN DI MERIYETÊ DE YE’
Di daxuyaniyê de ev hatin gotin: “Ev însiyatîfa nû ji bo azadiya berdevkê Tevgera Azadiya Kurd, stratejîst û parêzvanê çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd a li Tirkiyeyê Abdullah Ocalan di pêşengiya sendîkayên GMB û Ûnîte û her wiha di yên sendikayên din de hate avakirin. Ocalan ji 1999’an ve ji aliyê dewleta Tirk di girtîgeha Girava Îmraliyê de di bin tecrîdê tê ragirtin û ji 2011’an ve hevdîtina bi parêzerên wî re tê astengkirin. Ji hevdîtina delegasyona HDP’ê ya Nîsana 2015’an ve ne malbat ne jî ti kesên din ew nedîtine. Tecrîdeke mezin di meriyetê de ye.”
‘OCALAN NEBE PÊŞ NAKEVE’
Di dewama daxuyaniyê de ev îfade cih girtin:
“Qasî ku ji ezmûnên navneteweyî jî tê fêmkirin, ji bo şer bi dawî bibin, divê tevahî aliyên tevlî şer bûne tevlî lêgerîna çareseriyê jî bibin. Ocalan ji bo çareseriyek aştiyane ya Tirkiyeyê di pozîsyona kîlît de ye. Sala borî, zêdetirî 10 mîlyon kesî kampanyaya îmzeyan a azadiya Ocalan dixwazin îmze kirin, ev jî nîşan daye ku xwedî piştgiriya gelê Kurd e. Ji bo çareseriyek aştîxwaz û mayinde bi çendan caran ji bo pêşnûmeyek demokratîk a Tirkiyeyê bang kiriye. Ji bo karibe li derdora van daxwazên aştiya demokratîk gelê Kurd bicivîne xwedî rêz û bandorekê ye. Heta ku Ocalan nekeve nav, çareserî nikare pêş bikeve.”
DBP Û HDP JÎ WÊ TEVLÎ BIBIN
Ji kampanyaya ku wê starta wê 25’ê Nîsanê li Parlamentoya Brîtanya odeyeya komîte ya 10 nimare ya Kamaraya Avam bê dayîn re piştgiriya gelek saziyan heye. Resepsiyona ku wê mahzûbantiya wê Parlamentera Partiya Karkeran Kate Osamor bike, tê payîn ku Hevserokê Giştî yê DBP’ê Kamûran Yuksek û Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Dîlek Ocalan jî tevlî bibin.
Bi armanca agahdarkirin û daweta têkîldarî kampanyayê, tevî hemû parlamenterên Qiraltiya Yekbûyî ji 1500 navî re name hatin şandin.