Ji rewşembîrên Bexdayê bo Ocalan çalakî

Ji rewşembîrên Bexdayê bo Ocalan çalakî

Komek hewmwelatî û rewşembîrên Kurd û Ereb ên li Bexdayê ya bi navê Grupa Roja Azadiyê, bal kişand ku nêzî salek e tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berdewam dike û tecrîdê şermezar kir.

Grupa Roja Azadiyê tecrîda li ser Ocalan şermezar kirin û diyar kirin ku ew ê her çarşeman li hemberî tecrîdê bicivin.

Di daxuyaniya komê de wiha hat gotin; ji bo şermezarkirina tecrîd a li ser hizirmend û Rêberê Gelê Kurd li hucreya takekesî li zindana Îmrali ku nêzî salek dibe dewlet rê nade parêzer û malbatê wî serdan bikin ku dibe li rojên çarşem ên her hefete bê serdankirin. Ji bo wê tiştê grûpa me bi şêwazek berdewam li rojên çarşem ên her hefte wê bicivin heya şkandina tecrîdê.”