Ji rewşenbîran danezaneke nû: Em ê serî li ber rejîma Erdogan netewînin

Bi pêşengiya Hewldana Azadî ji Ramanê re ya Enqereyê, tevî Baskin Oran, Celal Başlangiç, Hasan Cemal, Kadîr Cangizbay, Oya Baydar û Yavûz Baydar gelek rewşenbîr, rojnamevan û nivîskar beşdarî kampanyaya îmzeyan bûn.

Rewşenbîran danezanek weşandin û diyar kirin, rejîma Erdogan Tirkiyeyê ber bi karesateke mezin ve dehf dide. Di danezanê de hat gotin, "Em ê serî li ber vê netewînin."

Bi pêşengiya Hewldana Azadî ji Ramanê re ya Enqereyê, tevî Bakin Oran, Celal Başlangiç, Hasan Cemal, Kadîr Cangizbay, Oya Baydar û Yavûz Baydar gelek rewşenbîr, rojnamevan û nivîskar beşdarî kampanyaya îmzeyan bûn.

Rewşenbîr, rojnamevan û nivîskaran bang li her kesî kir, ku weke gaveke sembolîk, li televîzyona ÎMC TV temaşe bikin.

Danezana rewşenbîran a ji 7 xalan bi vî rengî ye:

1- Mirovên nûçeyên rast dixwazin, mehkûmî medya hawiz tên kirin. Bi vê armancê, ji saziyên mîna Turksat û Dîgîturk re fermanê dişînin û bi dehan qenalên mîna Samanyolû û ÎMC TV digirin.

2- Şîrket û bankayên taybet ên hedef tên girtin, ber bi îflasê ve tên dehfdan. Rêbaza vê yekê jî, wezîfedarkirin qeyûm e. Wê vê yekê niha li hemberî şaredariyên mûxalîf jî bi kar bînin.

3- Derfeta jiyanê ji rojnamevanên mûxalîf re nayê hiştin. Rêbaza vê jî; serê her nivîsê dozê vedikin, li telefonên wan guhdarî dikin, wan digirin binçavan, bi propaganda rêxistina terorê û sîxuriyê sûdar dikin, di dadgerên ceza yê sûlhê didin girtin, heta ku Dadgeha Destûra Bingehîn dest li rewşê werbide herî kêm 3 mehan li girtîgehê radigirin. Têkildarî rojnamevanên tên berdan jî bi gotina 'ez diçim, rewş dikare bê tevlîhevkirin' ji alîgirên xwe re hedef tên nîşandan.

4- Dadgeriya di bin zexta HSYK de tê sirgûnkirin, herî dawî bi gotina 'Ez li gorî biryara Dadgeha Destûra Bingehîn tevnagerim, hurmetê nîşanî biryarê nadim' hejiya.

5- Kirin ku mirov nema medya civakî bi kar bînin. Rêbaza vê jî; vekirina dozên tezmînatê û girtina ji ber 'heqareta li Serokkomar' e. Niha jî ji bo vê rewşê ji binî ve rake, 'Destûra Bingehîn a Medya Civakî' amade dikin.

6- Ji ber ku polîtîkaya Sûriyeyê bi temamî îflas kiriye û bûye sedem ku Tirkiye li tevahiya cîhanê biçûk bikeve, niha di nava polîtîkaya hundir de ji bo dijberkirin û sorkirinê tê bikaranîn.

7- Ji bo 'çareserkirina' pirsgirêka Kurd rêbazên ecêb diafirînin: Bajar bi tank û topan tên xerakirin. Leşker û efserên di operasyonan de îşkenceyê û pêkanînên xerab dikin, bêyî destûra serokwezîr û wezîrê parastina milî, wê nikaribin bikevin ber lêpirsînê jî; polîs ji xwe ji vê îmtiyazê sûdê werdigire. Hêzên ewlekariyê wê bi 'cîhazên pişt dîwar dibîne' bên biçekkirin û bi 'boyaxa dike ku kes wan nebîne' bên boyaxkirin.

Eger rejîma Serokatiyê were, ev hemû wê bi Destûra Bingehîn û qanûna re 'pêkan' bin. Rejîma Erdogan gav bi gav welêt ber bi karesatê ve dehf dide. Em serî natewînin, em ê serî netewînin!"

YÊN MORA XWE DANÎN BINÊ KAMPANYAYÊ

Abût Can, Adnan Genç, Ahmet Hûlûsî Kirim, Ahmet Îsvan, Altan Açikdîllî, Attîla Tûygan, Aydin Engîn, Ayten Bakir, Azîz Tûnç, Baskin Oran, Bora Kiliç, Bozkûrt Kemal Yucel, Bulent Keneş, Bulent Tekîn, Celal Başlangiç, Cengîz Aktar, Derya Yetîşgen, Dogan Ozguden, Eflan Topaloglû, Erdal Yildirim, Erol Ozkoray, Ezelî Doganay, Fatîn Kanat, Fatma Dîkmen, Fîkret Başkaya, Fusûn Erdogan, Gul Gokbûlût, Gun Zîlelî, Gungor Şenkal, Habîb Taşkin, Haldûn Açiksozlu, Halîl Savda, Hasan Cemal, Hasan Kaya, Hasan Ogûz, Hasan Zeydan, Îbrahîm Seven, Încî Ozguden, Îshak Kocabiyik, Îsmaîl Cem Ozkan, Kadîr Cangizbay, Kenan Yenîce, Mahmût Konûk, Mehmet Demîrok, Meral Saraç Seven, Mûrad Mihçi, Mûstafa Yetîşgen, Metîn Gulbay, Mûzaffer Erdogdû, Nadya Uygûn, Oya Baydar, Ozcan Soysal, Pinar Omeroglû, Rabîa Mîne, Raffî A. Hermonn, Ramazan Gezgîn, Ridvan Bîlek, Saît Çetînoglû, Serdar Koçman, Shabo Boyaci, Şaban Îba, Şanar Yûrdatapan, Şoreş Taş, Temel Îskît, Tolga Kaya, Unal Unsal, Yasîn Yetîşgen, Yavûz Baydar, Zeynep Tanbay.