Piştî li Qibrisê rojnameyek nûçeyek bi sernavê “Tirk dihewtîne, lê gez nakin”, ajansa nûçeyên navneteweyî Reutersê jî nerazîbûnên AKP’ê yên li hemberî krîzên di salên dawiyê de çêbûn û vê yekê di çarçoveya “hewtîn-gezkirinê” de nirxand. Li gorî Reutersê gezkirina Tirkiyeyê bi qasî hewtînê naêşîne.
Di nûçe-analîza bi îmzeya Alistair Lyon de tê diyarkirin ku piştî balefira keşfê ya Tirkan ji aliyê Sûriyeyê ve hat xistin, rayedarên Tirk daxuyanî dan, banga civînê li NATO’yê kirin û ji NATO’yê piştgiriyeke bi daxuyaniyê wergirt, lê di dawiyê de nerazîbûnên Tirkiyeyê bi vê yekê re sînordar ma.
Di nivîsê de tê destnîşankirin Tirkiyeyê piştî bûyera Mavî Marmarayê, ragihand ku ger ew ji niha û pêve keştiya bişînin, dê keştî ji aliyên hêzên deryayî yên Tirk ve bên parastin û ajansê nivîsand ku ev yek tu carî pêk nehatiye.
Di analîzê de tê diyarkirin ku Tirkiyeyê heta sala 2010 têkiliyên xwe yên bi Îsraîlê re parst û têkiliyên xwe yên bi Îran û Sûriyeyê re jî baş kir, lê Tirkiye niha di her warî de cûda ye.
Ji analîstên Koma Krîza Navneteweyî ya Hugh Pope ji Reutersê re axivî û diyar kir ku karîna dewleta Tirk a ji bo bikare bandorê li welatên Rojhilata Navîn bike, pir biçûk e.