Ji polîsê qatilê Şerzan Kurt re daxwaza muebetê

Ji polîsê qatilê Şerzan Kurt re daxwaza muebetê

Di doza xwendekarê Kurd Şerzan Kurt ku beriya 2 salan li Mûglayê ji aliyê polîsekê ve hatibû qetil kirin, di derbarê bersûc polîs Gultekîn Şahîn de dozger cezayê muebetê xwest.

Di derbarê doza xwendekarê Zangîngehê Şerzan Kurt ku beriya du salan li Mûglayê ji aliyê polîsê bi navê Gultekîn Şahîn ve hatî qetilkirin û tê darezandin de dozger mutalaya xwe da. Di rûniştina îro ya doza ku li 1’mîn Dadgeha Cezayê Giran ya Eskîşehîrê tê dîtin de Dozger, bersûcê girtî Şahîn bisûcdariya “Bizanabûna mirov kuştinê” xwest bi muebetê bê cezakirin.

Kurt xwendekarê Zanîngeha Mûglayê di 12’ê Gulana 2010’an de ji aliyê polîsan ve hate gulebaran kirin û giran birîndar bû. Kurt rakiribûn Nexweşxaneya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Dokuz Eylulê, lê belê di 19’ê Gulanê de jiyana xwe ji dest dabû.

Piştî bûyerê têkildarî qetilkirina Kurt polîs Gultekîn Şahîn yê li Şaxa Ewlekariya Miduriyeta Polîsan ya Mûglayê erkdar bû hatibû girtin. Li Dadgeha Cezayê Giran ya Mûglayê derbarê Şahîn de ji sûcê “Bizanabûn mirov kuştinê” doz lê hatibû vekirin. Ji ber sedema ewlekariyê biryar hatibû girtin ku doz li Eskîşehîrê bê dîtin.