Ji Necdet Kîmyewî îtîfara Roboskiyê!

Ji Necdet Kîmyewî îtîfara Roboskiyê!

Serfermandarê Giştî yê Tirk Necdet Ozel Kîmyewî ji bo komkujiya Roboskiyê ku 34 sivîlên Kurd jiyana xwe ji dest dabû got, “Bila her kes şert û mercan jî bifikire.”

Orgeneral Necdet Ozel ji ber sedema di salên 1990’an de li dijî gêrîlayan çekên kîmyewî bikaranî bû berjengê Kîmyewî girtî bû, di daxuyaniya ku da bû Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Akşamê Îsmaîl Kuçukkaya di derbarê Komkujiya Roboskî û Sûriyeyê de nirxandin kirin.

Li ser pirsek ya derbarê komkujiya Roboskiyê de Ozel got; “Mixabin di tekoşîna leşkerî de tiştên wisan jî çêdibin. Dikare bê serê her kesê. Bila her kes şert û mercan jî bifikire. Ma me dixwest? Bilez tê keşîfkirin, rapor tê nivîsîn agahî dide meqamên eleqedar. Ev hemû hatin kirin.”

Necdet Ozel ku di salên 1990’an de di demê îxtîdara Çîllerê de operasyonên di bin navê PKK’ê yên bazirganiya bêhişkeriyê, gasp, mirov revandin û bûne navendên înfazkirina mirovan, careke din beşê Tevgera Taybet yên Emniyetê li gel Artêşê tevlîbûna operasyonan bipesin ravekir. Ozel aşkera kir ku, bikomployekî navnetewî girtina Ocalan û anîna wî ya di sala 1999’an ya Tirkiyeyê heya 2004’an di hevkariyê de valehiyek jiyanbûye û îdîakir ku, “Em dîsan bi hev re operasyona dikin. Em encamên baş digirin.”

Ozel di derbarê balefira Tirkiyeyê ya ku ji aliyê rejima Sûriyeyê ve hatî xistin de jî îdîaya balefira me di avên navnetewî de hate xistin dubare kir û got; “Rewşekî ku em şer derxînin tune ye. Em ji nêz ve dişopînin. Hemû derfet û hêza me heye. Dewletên mezin çi dikin em jî… Dema ku me kir li gel cîhanê hûn jî dê bibînin.”