Ji NAV-DEM'ê ji bo Bakurê Kurdistanê projeya 'Malbata Bira'
NAV-DEM'ê ji bo gelê li Bakurê Kurdistanê projeya 'Malbata Bira' da destpêkirin û ji bo kampanya alîkariya madî ya Heyva Sor a Kurdistanê daye destpêkirin jî banga tevlîbûnê hat kirin.
NAV-DEM'ê ji bo gelê li Bakurê Kurdistanê projeya 'Malbata Bira' da destpêkirin û ji bo kampanya alîkariya madî ya Heyva Sor a Kurdistanê daye destpêkirin jî banga tevlîbûnê hat kirin.
Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Elmanyayê (NAV-DEM) daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Ji bo parvekirina êşa gelê me yê li Bakurê Kurdistanê bi taybetî li Cizîr û Sûrê, em Projeya Malbata Bira didin destpêkirin."
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser berxwedana bêhempa ya qadên xwerêveberiyê û gotin, "Niha dem hatiye ku em bajarên xwe yên ji aliyê dewleta AKP'ê ve hatine xerakirin, ava bikin."
Di dewama daxuyaniyê de her wiha ji bo kampanya alîkariya madî ya Heyva Sor a Kurdistanê da destpêkirin, banga tevlîbûnê hat kirin.
CIVÎNÊN GEL
NAV-DEM'ê diyar kiri ku li ser Kampanya Malbata Bira de wê bi beşdariya Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz civînên gel lidar bixin.
Civîn wê li van deveran bên lidarxistin:
"28'Ê ADARÊ
Gîessen
Eder str.16, 35390, Giessen
Saet: 14.00
31'Ê ADARÊ
Hannover
Mala Ezidiya Celle, An der koppel 21, 29227 Celle
Saet: 17.00
1'ê NÎSANÊ
Hambûrg
2'Ê NÎSANÊ
Bremen."
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku wê ji 15'ê Nîsanê û pê ve li bajarên Dortmûnd, Koln, Dûîsbûrg, Freîbûrg, Stûttgart, Munchen û Nurnbergê civîn werin lidarxistin û banga tevlîbûnê hat kirin.