Ji KNK’ê ji bo hêzên Rojavayê Kurdistanê banga yekitiyê

Ji KNK’ê ji bo hêzên Rojavayê Kurdistanê banga yekitiyê

Konseya Rêvebir ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) der barê geşedanên dawî yên Rojhilata Navîn diyar kir ku di pêvajoya ku, li Rojhilata Navîn tevger û hereketên gel, gihiştine asta herî dijwar, li Suriye û Rojavayê Kurdistanê bûyerên balkêş derdikevin holê. Her wiha KNK’ê bang li hemû Meclis, partî û rêxistinên Kurdî yên Rojava kir û got kur, yekitiya xwe xurtir bikin û nehêlin destên dijminan bikevin nava Kurdistanê.

KNK’ê destnîşan kir ku êrîşên li dijî Kurdan û gotin: “Li Helebê, yên dawî li Efrînê û yên berî niha li cihên cûda, weke li dijî endamê Meclîsa Gel, li dijî navenda Jinan li Efrînê, li dijî navenda Ciwanan li Kobanê, di riya navbera Efrîn û Helebê de kuştina hemwelatîyên Kurd, u hwd êrîş pêk hatin. Di encama destdirêjiyên dijminên hundir û derve de pêk hatin. Kuştina dawî ya ciwanê kurd li Efrînê jî, bi bûyerên berê ve girêdayî ye. “

KNK’ê di daxuyaniyê de kuştina ciwanê Kurd yê li Efrînê û hemû êrîşên dij Gelê Kurd bi tundî şermezar kirin. Daxuyaniyê wiha berdewam kir: “Li derveyî parastina rewa hemû kuştinên di navbera Kurdan de mehkum dikin. Em bang li tevahiya hêzên Kurd dikin ku, dibin yek sîwanê de, siyasî, dîplomatîk, civakî û ewlekarî-parastina cewherî de werin cem hev û yekîtiya xwe ava bikin. Bêguman ev bûyer, ku herî dawî li Afrînê derketin holê, her wiha helwesta dij îradeya Gelê Kurd li Konferansa Qahîr ê de pêk hatî, tevahiya gelê kurd û bi taybetî Kurdên li Rojavayê Kurdistanê aleqeder dikin.”

LI DIJÎ GELÊ KURD DIJMINAHÎ DIDOME

Di daxuyaniya ku KNK’ê da de hate diyar kirin ku careke din derkete holê, hêzên dagirkerên Kurdistanê, dijminahiya xwe ya klasîk û li dijî îradeya siyasî ya gelê kurd bi dijwarî didomînin.Daxuyaniyê wiha berdewam kir: “ Di vê pêvajoya ku dijminên gelê kurd, weke Tirkiyê, bi awayekî vekirî û dijwar destên xwe dirêjî nava Suriye dikin. Bi taybetî dixwazin hêzên Kurd parçe bikin û ji hev dûr bikin, yekîtiya Kurdan, hevgirtin û parastina yek eniya Kurdan ji holê rakin. Her wiha dixwazin şerê ku li seranserê Surî belavbûyî, li herêma Kurdan jî belav bikin. Pêwiste hêzên Kurd vê rastiyê bibînin û fêm bikin. Ji ber ku Tirkiye û muxalefeta di bin sîwana Tirkiyê de kar dike, dixwazin ku şer bibin herêma Kurdan. Pêwiste Kurd desturê nedin vê yekê.”

BILA YEKITÎ DI BIN YEK SÎWANÊ DE BERDEWAM BIKE

KNK’ê got ew wekê tevger peymana li Qamîşlo û li Hewlêr ê, ya di navbera Meclisa Gelê Kurd ya Rojava û Encumena Neteweyî ya Kurdan, destek dikin û helwesta kurdan ya li Konferansa Qahîre jî silav dikin û wiha pê de çûn: “ Pêwiste ev hevgirtin û yekitî, di aliyê siyasî, diplomatik, civakî û parastina cewherî de û di bin yek sîwanê de berdewam bike. Pêwiste, hevgirtin û yekitiya hêzên li Rojavayê Kurdistanê, li ser kaxizê nemîne. Tekoşîna azadÝyê ya Gelê Surî ya li hember rejîma baas, tekoşîneke rewaye. Lê baş tê zanîn ku destdirêjiyên dewletên wekê Tirkiyê û hevkarên wê û muxalefeta dibin sîwana wan de li Suriye tevlîheviyê dikin. Şerê li Suriyê berbi şerekî mezhebî dibin û dibin sedema kuştinan. Gelê kurd, heta îro, destur nedaye ku şerê hundir belavê herêma Kurdistanê bibe. Lê dijmin û hevkarên wan, dixwazin ku şerê li Suriye bi pekînin Herêma Kurdistanê. Pêwiste hêzên Kurd û Gelê Kurd desturê nedin vê. Pêwîste hêzên Kurd li gorî peymana di navbera her du meclîsan de û helwesta rûmetdarî ya li Qehîrê, wek stratejiyekê bipejirînin û di aliyê civakî, siyasî, dîplomatîk de bikin pratîkê, weke aktorê sereke yê di nujen-kirin û demokratîkbûna Suriye de derbikevin pêş, rol û misyona xwe bilîzin.

Di vê qonaxêde wezîfeyên sereke:

1- Piratîkirin û pêşdebirina peymana di navbera herdu Meclisan,

2- Ji bo parastina Gel û Herêma Rojavayê Kurdistanê, yekirina hêzên parastinê,

3- Yekirina helwesta Kurdî asta Kurdistan, Surî û navnetewî de, yekirina hêza dîplamatîk û di asta navnetewîde pêkanîna peyama yek deng.

KNK’ê di dawiya daxuyaniya xwe de wiha got: “Em weke KNK’ê bang li hemû Meclis, partî û rêxistinên Kurdî yên Rojva dikin û dibêjin tevbigerin, yekitiya xwe xurtir bikin û nehêlin destên dijminan bikevin nava Kurdistanê. Her wiha bang li hemû hêzên Kurdî dikin ku piştgiriya tekoşîna azadiyê ya Gelê me yê Rojava bikin.