Ji KESK, DÎSK, TMMOB Û TTB’ê daxuyaniyek hevbeş

Ji KESK, DÎSK, TMMOB Û TTB’ê daxuyaniyek hevbeş

Rêxistin û dezgehên KESK, DÎSK, TMMOB û TTB'ê beriya 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê daxuyaniyek hevbeş dan û xwestin êdî her kes ji bo pirsgirêka Kurd bi rêya aştî û diyalogê çareser bike bixebitin. Rêxistinan xwestin ku êdî girtin û kuştin bi dawî bibe.

Sazî û dezgehên ji DÎSK, KESK, TMMOB û TTB'ê pêk tên beriya 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê daxuyaniyek hevbeş dan. Di daxuyaniyê de diyar kir ku, şer hêj berdewam dike û wiha got: "Di pêşengiya DYA'yê de hêzên emperyal li Herêma Rojhilata Navîn, dixwazin her derê bikin gola xwînê. Ji bo şer û kuştin bi dawî bibe divê êdî hemû pirsgirêk bi rêya diyalogê çareser bibin." Saziyan di daxuyaniya hevbeş de diyar kirin ku, êdî divê her kes ji bo aştiya mayinde ti nava têkoşînê de bin û her kes ji bo pirsgirêka kurd bi rêya aştî û demokrasiyê çareser bibe berpirsiyariyê bidin ser xwe.

POLÎTÎKAYÊN AKP'Ê XIZMETÊ NADE AŞTIYÊ

Saziyan anîn ziman ku, polîtîkayên AKP'ê bêtir xizmetê ji şer re dike û êdî bi van polîtîkayan pirsgirêk çareser nabe. Saziyan xwest AKP guh bide dengê gel û bi rêbazên diyalogê pirsgirêkan çareser bike.