Ji Karayilan bo hikûmeta Tirk hişyariyek tund!

Ji Karayilan bo hikûmeta Tirk hişyariyek tund!

Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan, ragihand ku şert û mercên dewleta Tirk tune ye ku mudaxeleyê Rojavayê Kurdistanê bike û got; “Lê ger mudaxeleyek pêk bîne, dê Kurdên li her çar parçeyan li hemberî dewleta Tirk şer îlan bikin”. Karayilan banga “amade bin” li ciwanên Kurd ên li bajaran kir û got; “Divê were zanîn ku di rewşeke wiha de hemû Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê dê bibe qada şereke dijwar.”

Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan, bersiv da pirsên ANF’ê yên der barê bûyer û pêşketinên li Rojavayê de. Karayilan nerehetiya hikûmeta AKP’ê ya li hember yekitiya Kurdan weke “dijmintiya Kurdan” bi nav kir û hişyariyek tund da dewleta Tirk.

Karayilan, avakirina Desteya Bilind a Kurdan a ji Meclîsa Gel a Demokratîk a Rojavayê Kurdistanê (MGRK) û Encumena Nîştîmanî ya Kurdî li Sûriyeyê (ENKS) weke pêşketinek pir girîng bi nav kir û got; “Ez vê pêngavê weke weke serkeftiyek a siyaseta Kurdan û gelê Kurd dibînin û pîroz dikim.”

EM CUDAHÎ NAXIN NAVBERA TU PARTIYAN

Karayilan got; “Bi ya me, hemû hêzên siyasî, an jî hemû hêzên leşkerî divê beşdarî Desteya Bilind bibin, divê bi vî awayî yekitiyeke xurt a neteweyî were nîşandan. Di serî de PYD, divê tu hêzek tenê ji bo xwe daxwazên cûda neke, bê ku bêjin biçûk an jî mezin, ger her kes li gorî rêjeya hêza xwe beşdar bibe û vê pêkhateyê xurt bike, bi vî awayî dê serkeftina dahatûya gelê me bikeve bin garantiyê. Em weke tevger, bê ku cudahî bixin navbera tu partiyekê, em di çarçoveya yekitiya neteweyî ya demokratîk de bi awayeke wekhev nêzîkî hemû partiyan dibin û piştgirî didin hemû partiyan. Hejmara vê parçeya gelê me kêm e, ji ber wê jî divê ji bo serkeftinê teqez yekitî hebe. Parçebûnên li vir tu xizmetê ji gelê me yê wê derê re nake.”

EV PÊVAJOYA ŞOREŞÊ YE

Karayilan bal kişand bi destxistina rêveberiyên bajarên Rojavayê Kurdistanê jî û bi bîr xist ku gelê Kurd pêşî rêveberiya Kobanê, piştre Efrîn, piştre Amûdê û Dêrka Hemko bi dest xistine û got; “Li vir gotine ‘ Em ê xwe bi xwe bi rê ve bibin’ û pêngaveke pir girîng avêtine. Ev helbet şoreşek e. Di vê pêvajoyê de gelê me ji zext û tundiya sed salan rizgar bû û rêbertiya xwe bi xwe ava kir, gihişt hêza xwe û azadiya xwe.”

GER HER KES DÊ AZAD BIBE, DÊ KURD JÎ WIHA AZAD BIBIN

Karayilan nerazîbûnên hikûmeta Tirk û Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ên li hemberî Rojavayê Kurdistanê weke “bêtehemûlî” bi nav kir û gotinên “Em pêkhatiye di bin kontrola PKK-PYD’yê de qebûl nakin” a Erdogan wiha nirxand; “Ger her kes dê azad bibe, dê Kurd jî wiha azad bibin. Hûn çima ji vê yekê bêzar dibin? Gelo çima Ezaz, Carablus, Mimuc û Bab dikevin destê hêzên muxalîfan, hûn dengê xwe nakin, lê dema Efrîn û Kobanê tên bidestxistin hûn qiyamet radikin? Ka îzaha vê yekê çi ye? Ger li Sûriyeyê pêvajoya şoreşê hebe, helbet gelê Kurd jî dê sûd ji vê şoreşê werbigire. Lê ger bêjin “Nexêr, bila her kes feyde jê bigire, lê bila Kurd kêm bimînin”, ev nêzîkatiya wiha ya ne li gorî herikîna dîrok û demê gelo mirov dikare çawa pênase bike? Tenê tiştek heye; Dijminahiya Kurdan e. Mirov nikare vê yekê bi awayeke din pênase bike.”

KURD DÊ BIRYARA XWE BIDIN

Karayilan bal kişand ser daxuyaniya Erdogan a bi awayê “avakirina Desteya Bilind a Kurdan tiştek şaş e” û got; “Dîsa gotiye ‘Desteya Bilind a Kurdan nunertiya gelê xwe nake’. Ev çawa dibe? Mirov çawa dikare bi ferasteke wiha nêzîk bibe? Tişta ku li Bakûr ji bo BDP’ê dibêje, ji bo PYD’ya ku tu agahiyên wî (Erdogan) der barê wê de tune ne jî dibêje. Li ser vana hemûyan re jî vê yekê ji bo Desteya Bilind a Kurdan a ku ji hemû rêxistin û saziyên Kurdan pêk tê jî dibêje. Ma gelo hûn ê bêjin ka kî nunertiya gelê Kurd dike? Ev yek ne hûn, dê gelê Kurd diyar bike.”

BI KURDAN RE LI HEV BIKIN

Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûra Karayilan got; “Gelê Kurd gelê herî esas ê Rojhilata Navîn e. Hûn nikarin bi dijminahiya vî gelî bigihin tu encamê. Çawa ku Yavûz Sûtlan Selîm di vebûna li Rojhilata Navîn de bi Kurdan re li hev kir û bi ser ket, îro jî ger Komara Tirk û hikûmeta wê dixwaze li Rojhilata Navîn bibe xwedî rol û mîsyonekê, ev yek jî enceq bi destjêberdana dijminahiya li hemberî Kurdan mimkun dibe. Hûn nikarin vê yekê bi dijminahiya Kurdan, encex dikarin bi dostaniya Kurdan bikin. “

PÊWÎSTIYA PKK’Ê BI KAMPÊN LI SÛRIYEYÊ TUNE YE

Karayilan, der barê hebûna PKK’ê ya li Rojavayê Kurdistanê de wiha got; “Ev yek aşkere ye, li Kurdistana Sûriyeyê pêvajoya pêş dikeve bi pêşengiya vîna siyasî û gelê Kurd pêk tên. Gotina PKK li wir baregeh daniye, PKK’ê li wir bûye desthilat, evane ne rast in. Jixwe pêwîstiya me bi wê yekê tune ye ku em li tu deverên Sûriyeyê kamp ava bikin. Gerîlayan li herêmên xwe bi xwe bi hezaran kamp hene. Ji ber wê jî tu hêzên PKK’ê li Sûriyeyê tune ne.”

Karayilan wiha domand; “Niha hikûmeta AKP’ê dibêje ‘li wir PKK heye, PKK dijmin e’. Dixwaze di bin navê dijmintiya PKK’ê de dijmintiya Kurdan veşêre. Ev ya yekem. Ya duwem; Gelê Kurd li hemberî PKK’ê xwedî sempatiyeyê ye. Te li hemberî tevgerek ku bi milyonan sempatiyên wê hene, bi aşkereyî dijmintî îlan kiriye. Ev yek jî tê wê wateyê te li hemberî hemû civaka ku ji bo wê tevgerê xwedî sempatiye dijmintî îlan kiriye. Yanî ev yek tê wateya dijmintiya gelê Kurd.”

DEWLETA TIRK LI HEMBERÎ BAŞÛR JÎ HEMAN ZIMAN KAR ANÎBÛ

Karayilan bi bîr xist ku dewleta Tirk berê vî zimanî li hemberî Kurdistana Iraqê jî bi kar anî û got; “Di dawiyê de hûn neçar man ku qebûl bikin. Hûn niha jî li hemberî gelê Sûriyeyê jî heman zimanî bi kar tînin, lê hûn sibê neçar bimînin ku wan jî qebûl bikin. Ji ber ku ev rastiyek e. Ger sibê dusibe li Kurdistana Îranê jî pêşketineke wiha çêbibe, hûn dîsa wiha nêzîk bibin?”

FILISTÎN JI BO EREBAN ÇI BÛ, ROJAVA JÎ JI BO KURDAN EW

Karayılan der barê mudaxeleyek li hemberî Rojavayê Kurdistanê de jî nirxand û got; “Ger Tirkiye mudaxeleyê Rojavayê Kurdistanê ango Kurdistana Sûriyeyê bike, ev yekê tê wê wateyê ku êdî sebra Kurdan nema. Dewletek ku li welatê xwe ewqas siyasetmedarên Kurd digire, li hemberî Rêbertiya Gelê Kurd zêdetirê saleke tecrîd û îşkenceyeke sîstematîk pêk tîne, li hemberî Kurdên Bakûr şerê topyekun îlan kiriye, rabe êrîşê gelê Rojavayê Kurdistanê bike, ev yek jî dibê bibe sedem ku ne tenê Kurdên Rojava, dê Kurdên hemû parçeyan li hemberî Tirkiyeyê şer îlan bikin. Demekê Filistîn ji bo hemû Ereban çi bû, Kurdistana Sûriyeyê ji bo hemû Kurdan ew e. Ji ber vê jî divê rejîma Sûriyeyê jî, muxalîf û dewleta Tirk jî vê yekê baş bibîne: Ger mudaxeleyek li hemberî mafê rewa û xwezayî yên gelê Kurd ên di çarçoveya xwe bi xwe rêveberinê û Sûriyeyek demokratîk de pêk bê, ev yek dê bê wateya dijminahiyê, dê li hemberî vê mudaxeleyê hemû Kurd bi hemû hêza xwe ve şer bikin. Yanî kî êrîş bike, bila bike. Ji ber ku em dibînin hin caran li wê derê hin rêxistin an jî û rejîm li hemberî Kurdan zimandirêjiyê dikin. Lê bila her baş bizane ku gelê Kurd li wê derê ne bê xwedî ye.”

TIRKIYE TEHDÎT Û BLOFAN DIKE

Karayilan bal kişand ser veguhestina leşker û cebilxaneyên ji aliyê dewleta Tirk ve yên li ser sînor tên bicihkirin jî û got; “Dewleta Tirk bi veguhestina hêza xwe ya li ser sînor blof û tehdîdan dike. Dixwaze hêza xwe nîşan bide û zorbetiya xwe nîşan bide. Li aliyekê Wezîrê Derve Ahmet Davûtoglû dişîne Başûrê Kurdistanê û li aliyeke din jî bi tankan li ser sînor Nisêbînê tedbîqatê dike. Ev polîtîkayek ji rêzê ye. Serî li tu hêzeke ciddî nade.

TIRKIYE NIKARE BÊ DYA PÊNGAVA XWE BIAVÊJE

Niha şert û mercên mudaxeleyê tune ye. Dewleta Tirk bê haya DYA’yê tu carî nikare pêngavek jî biavêje. Dixwaze bi vê yekê her kesê bitirsîne, lê bila kesek jê netirse. Ger dewleta Tirk dibêje ew ê gelê me bitirsîne, xwe dixapîne. Gelê Kurd li hemberî dewleta Tirk xwedî amadekariyeke berxwedaneke giştî ye. Gelê me guh nade blofên wiha. Lê divê dîsa ji her dibitiyan re amade be.”

BILA CIWANÊN KURD LI BAJARAN AMADE BIN

Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Karayilan destnîşan kir ku dewleta Tırk dê ji mudaxeleyê zêdetir zextê li hin derdoran bike, û got; “Dê hewl bide ku gelê Kurd li wê derê bitisîne, ji bo gavan ber bi paş ve pê bide avêtin, dê gefan bixwe, yanî bi ya min vê polîtîkaya gef û tehdîdan ji xwe re esas digire. Di pratîkê de dê şert û mercên mudaxelekirinê cûda bin. Ger tiştek wiha bike, ev yek dînîtî ye. Lê ger dînîtiyeke wiha bike, divê hemû Kurd bikevin dewrê. Ez ji niha ve dibêjim; bi taybet ciwanên Kurd ên welatparêz li metropolên Tirkiyeyê û bajarên Bakûrê Kurdistanê li hemberî tişteke wiha hişyar bin û amade bin. Divê were zanîn ku di rewşeke wiha de hemû Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê dê bibe qada şereke dijwar.”