Ji Kalkan hişyariya ‘Şerê li Rojava dê belavî Bakur bibe’
Ji Kalkan hişyariya ‘Şerê li Rojava dê belavî Bakur bibe’
Ji Kalkan hişyariya ‘Şerê li Rojava dê belavî Bakur bibe’
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Duran Kalkan, Tirkiye di mijara ku piştgiriyê dide çeteyên li Rojavayê Kurdisanê êrîşê kurdan dike û got: “Ger Tirkiye di demeke nêz de helwesta xwe neguherîne, divê ev baş bê zanîn ku şerê li Rojava dê bibe şerê Tirkiyeyê.” Kalkan der barê pêvajoya çareseriyê de, axivî û diyar kir ku AKP’ê ji Newrozê heta niha paketek demokratîkbûnê ya cidî aşkera nekiriye û ger AKP helwesta pêwist nîşan nede, bêguman dê gerîla çareya xwe dane holê.
Kalkan ku roja înê tevli bernameya Sêla Sor ya Sterk Tv bû, diyar kir ku hikûmeta AKP’ê ger di 1’ê îlonê de pakêta xwe ya demokrasiyê ya ku çareseriya siyasî ya demokratîk daneyne holê, ev nîşaneya ku neketiye pêvajoya çareseriya siyasî ya demokratîk.
Kalkan da zanîn ku ji Newrozê û vir de hemû hewldana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tevgerê di vî alî de ye û got: “Bê guman pêşveçûna pêvajoyê, girêdayê afirandina hawireke ku bi têkoşîna siyasî ya demokratîk tê meşandin bû. Li gorî plansaziya ku hat îlankirin, di 1’ê hezîranê de divê derbasî pêngava duyemîn bibûya. Lê ev pêk nehat. Ligel ku 3 meh derbas bû jî hikûmetê pêngaveke cidî navêtiye, pakêtek cidî dananiye holê.
ZEMÎNA SIYASETÊ NEHAT AFIRANDIN
Kalkan wiha pê de çû: “Zemîna siyaseteke demokratîk nehat afirandin. Mînak girtiyên siyasî hêj di girtîgehan de, dozên KCK’ê didomin. Van kesan ji ber ku siyaset kirine, tên darizandin. Girtiyên nexweş nayên berdan. Derfetê nadin çalakiyên siyasî. Me li Licê mînaka wê dît. Gelê ku çêkirina qerekolan protesto kir, rastî êrîşê hatin. Li Taksîmê êrîşê berxwedêrên Parqa Gezî kirin. 5 kes mirin. Bi hezan kes birîndar bûn. Nayê zanîn ka çend kest hatine girtin. Gelo di hawirek wisa de mumkune ku têkoşîna siyasî bê dayîn? Tune. AKP’ê zmîna siyasetê neafirand.
Kaldan di berdewamiya axaftian xwe de diyar kir ku gelê kurd tişta ket ser milê xwe pêk anî lê AKP’ê ev pêvajo, wek pêvajoya hilbijartinê girtiye dest. Kalkan wiha pê de çû: “Wê rojê me serokwezîr temaşe kir. Ez matmayî mam. Digot pêvajoya çi. Pêvajo, pêvajoya hilbijartiyê. Wan bixwe digot pêvajoya çareseriyê ye. Niha gelek alî dibêjin PKK’ê hêzên xwe venekişand, PKK çek dananî. Gelo PKK’ê ji kê re got; beriya pêngavên demokratîk bê avêtin, dê hêzên xwe vekişîne, çekan dayne? Ji kê re got? Li ku di kîjan taahudê de ev gotiye, ev hemû îfterene. Sûcdarkirine. Tevgera me di dema xwe de hêzên xwe vekişand. Di 23’ê Adarê de agirbest îlan kir. Beriya ku Rêber Apo banga xwe bike dîlên di destê xwe de berdan. Lê AKP’ê sozên xwe neanî cih. girtiyekî nexweş berneda. Li holê ye ku kê soza xwe xwariye. Di rewşa heyî de ger Serokwezîrê Tirk Erdogan wek axaftinên xwe yên Ulke Tv û yên din bifikire wê demê li holê pêvajoyek nîne. Ji xwe wî got pêvajoyek wisa nîne. Ji ber vê jî ger hikûmet bêje pêvajoyek wisa nîne, wê demê zemîna siyasetê rabûye û cureyê din yên têkoşînê ketine dewrê.
GER AKP PÊNGAVÊ PÊWIST NAVÊJE DÊ GERÎLA ÇAREYA XWE DANE HOLÊ
Kalkan di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Îlankirina agirbestê, vekişîna gerîlayan hemû jib o çareseriya pirgirêka kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê bû. Bi rêber Apo re li Îmraliyê hevdîtin pêk hatin. Di hevdîtinan de derket holê ku; dê çareseriya siyasî ya demokratîk pêk were. Dê azadiya Rêber Apo pêk were, pisgirêka kurd çareser bibe û Tirkiye demokratîk bibe. gelo ev gerîla bê sedem derket çiyan. Van kesan bo çi ev çek girtin. Ev ne ji bo nostaljiyê, ne ji bo ku canê hinekan xwest bû. Pirsgirêkên sereke hebûn. çareserî pêwist bû. Armancên mezin hebûn; wek azadî, nasname û rizgariyê. Ji bo van pêk bînin wek civaka herî cesur û fedekar xwe rêxistin kirin. Derketin çiyan. Gerîla hêza Azadiya Kurd e. Gerîla hêza demokrastiya Tirkiyeyê ye. Heta Kurdisan azad nebe, Tirkiye demokratîk ev hêz heye. Ger AKP pêngava neavêje û bê guman dê gerîla çareya xwe bixwe dayne holê. Bila her kes vê rastiyê baş bizane.
HINEK LI DIJÎ ROJAVA DI NAVA ÎTÎFAQÊ DE NE
Kalkan di beşa duyemîn ya bernameyê de jî êrîşên li hemberî Rojava, bandora Tirkiyeyê ya li ser şerê Rojava nirxand.
Kalkan da zanîn ku ger hikûmet piştgiriya xwe ya bo çeteyan bidomîne, dê helwesta hemû kurdan biguhere û ger helwesta wan di demeke nêzde neguhere dê şerê li Rojava bibe şerê li Tirkiyeyê.
Kalkan wiha pê de çû: “ Li pişt hêzên ku êrîşê kurdên Rojava dikin, hêzên din hene. Ev hêz di heman demê de hêzên ku herî zêde li dij hevine. Lê dema mijar bibe gelê kurd, hemû bûne yek. Bi awayekî fîîlî di nava yekitiyê de ne. Di nava têkilî û îtîfaqê de ne. Ev hêz îradeya azad a gelê kurd qebûl nakin. Naxwazin demokrastiya kurdan pêş bikeve. Statuya kurdan naxwazin. Li dijî vê ne. Li vir hêzên vê herêmê jî hene, hêzên global jî hene. DYA, Ewropa, Tirkiye, Îran û Suriye heye. Hîzbûlan û El Qaîde jî heye. Mudaxalefeta Sûriyeyê jî di nava kar de ye. Salek berê Wezareta Karê Derve ya Tirk talîmatê dide seferatxaneya Hewlêrê. Dema mirov li vê talîmatê dinêrin îro tiştên pêk tên, plana salek berê ya Ahmet Davutoglu ye.
TIRKIYE JI SERÎ DE DI NAV DE YE
Tirkiye ji serî de di nav de ye. Divê her kes vê baş bibîne. Li Bakur li ser banga Rêber Apo, agirbest hat îlankirin û ket lêgerîna çareseriya siyasî ya demokratîk. Ev biryar jî komên çeteyan xwedî dike û li ser vê biryarê digirin. Dixwazin îradeya azad ya şoreşa azadiya gelê Rojava tasfiye bikin. Em ne korin, dibînin, her kes dibîne, gelê Rojava dibîne hemû kurd rastiyan dibîne. Divê carekê jî hikûmeta AKP’ê bibîne.
GER HELWESTA TIRKIYEYÊ NEGUHERE DÊ ŞER BELAVÎ BAKUR BIBE
Ger heta niha rêveberiya me pêvajo pir tund nekiribe, ev ji bo xatirê Rêber Apo ye. Ji bo ev pêvajo sabote nebe. Bila AKP nebêje, qey kes nabîne, kes fêm nake. Ez dikarim vê bêjim; ger AKP vê helwestê bidomîne û çeteyan xwedî bike, çeteyan li Tirkiyeyê xwedî bike, bihêle civînan li Tirkiyeyê pêk bînin û çekan bigire, bêguman dê helwesta kurdên Rojava biguhere. Dê helwesta hemû kurdan biguhere. Em ne dînin, ne ahmaqin. Em ne ku komkujî û koçberiya Rojava jinedîtîve tên. Tu kurd jî wisa nake. Tu kes dê wek temaşevan nemîne. Ger Tirkiye helweta xwe neguherîne, şerê li Rojava dê bibe şerê Tirkiyeyê. Ez naxwazim kesî tehdît bikim lê şer bi Cizîr, Halep, Efrînê sînor namîne.
EL QAÎDE BILA DAXUYANIYÊ BIDE
Kalkan da zanîn ku komên êrîşên Kurdên Rojava dikin, dibêjin em girêdayê El Qaîdeyê ne û got bila El Qaîde di vê mijarê de daxuyaniyek bide û got: “Komên girêdayê El Qaîdeyê van êrîşan didomînin. Bi qasî ez dizanim şerekî tevgera me bi El Qaîdeyê re nîne. Ya tu kurdî nîne. Li çar parçeyê Kurdistanê şerekî bi El Qaîdeyê re nîne. Gelo El Qaîde çima rêxistineke girêdayê xwe berdide ser kurdên mazlum ya civaka musliman.? Çima desturê dide tiştek wisa. Ji ber vê divê El Qaîde di vê mijarê de daxuyaniyek bide. Her çar parçeyên Kurdistanê li bende daxuyaniyek wisa ye. Ger neyartiyê dikin, bila aşkera bikin. Ger ne wisa be çima pêşî li vê nagirin. Ger daxuyaniyek nedin, wisa xuyaye ku bi plankirî dikin.”