Rejîma Tirk a ku zextên pir dijwar ên polîsî li Kurdistanê pêk tîne, êdî di çêkirina qereqolan de jî zorî dikişîne û nema dikare leşkerên di wan qereqolan de biparêze. Wezîrê Hawirdor û Bajarvanî yê Tirk Erdogan Bayraktar got; “ji ber hin sideman astengî hene.” Gerîlayên HPG’ê di nava çend mehan de bi sedan wesayîtên di avakirina qereqolan de dixebitin şewitandin.
Piştî çalakiyên gerîlayan ên bi bandor ên di 4’ê tebaxê de li navçeya Çelê ya Colemêrgê li hemberî baregehên leşkerî yên Tirk pêk hatin, qereqolên herêmê hatin rojevê. Wezîrê Hawirdor û Bajarvanî yê Tirk Erdogan Bayraktar der barê mijarê de daxuyaniyek da. Wezîrê Tirk li avahiya Tapû û Kadastroyê civînek çapemenyê li dar xist û diyar kir ku di çarçoveya protokolan de, wana 44 qerqolên Wezareta Parastinê, 118 yên Fermandariya Cendirmeyan girtine ser xwe.
Bayraktar got; “Yanî 162 qereqol. Ji vana 98 hatin qedandin û radestê wan hate kirin. Em li wê derê di çêkirina qereqolan de bi tu awayî pêngavan ber bi paş ve naavêjin. Lê li herêmê ji ber hin sedeman astengî hene..
Bayraktar destnîşan kir ku ji bo biserxistina çêkirina qereqolan Wezareta Parastinê daxwaz ji TOK’iyê kiriye û diyar kir ku ev daxwazên îhaleyan gihiştiye 243’yê.
Wezîrê Tirk diyar kir ku li pêşiya çêkirina qereqolan hin sedem hene, lê van sedeman aşkere kir û got; “Ev yek ne karek ewqas hêsan e. Teknîkek baş dive, dive li wê derê şert û mercên cih baş bin. Muteahîd jî diçin wir û bi awayeke fedekarî dixebitin. Endamên TOKI’yê dixebitin. Endamên Fermandariya Cendirmeyan a Giştî û Serfermandariya Artêşê alîkarî didin. Avahiyên me berdewam dikin. Ev ne karê roje an jî du rojan e.”
Rejîma AKP’ê li seranserê Bakûrê Kurdistanê qereqolan ava dike. Bi taybet di vê sala dawiyê de bi zoriyên di avakirina qereqolan de rû bi rû ye. Hukûmeta AKP’ê piraniya aboriya welêt ji şer re vediqetîne û her çendî duwemîn artêşa herî mezin a NATO’yê ye û xwedî teknîkek xurt a çekan e jî, lê nikare qereqolên xwe yên hene li hemberî gerîlayên Kurd biparêze.
WESAYÎTÊN DI QEREQOLAN DE DIXEBITIN TÊN RÛXANDIN
HPG’ê di bîlançoya şer a meha tîrmehê de ragihand ku 13 kamyûn, 25 Tir, 58 makîneyên kar, 22 dozer, traktorek, sîlîndirek, transîdek, 3 Greyder, û 2 pîkabên “kesên ji dijmin re dixebitin” hatine rûxandin. Her wiha, bi dehan kesên di çêkirina qereqolan de dixebitin jî hatine binçavkirin.
QEREQOL DI DORPÊÇA GERÎLAYAN DE NE
Daxuyaniyek wiha ji Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Dûran Kalkan hat. Kalkan got; “Li herêmên bejahî artêş hatiye bisînorkirin, nema êdî dikarin ji qereqolan derbiekvin. Ne tenê li Şemizînanê, li Geliyê Zapê, li Zagros, Çîlo û Çareçela, gelek cihên din, ji Gostê heta Govendê di bin kontrola gerîlayan de ne. Artêşa Tirk nikare bikeve wan deran. Gerîlayan gelek qereqolan dorpêç kirine. An dê vebikişin, an jî dê teslîm bibin. Hin qereqol niha di vê rewşê de ne.”