Rêxistina Çavdêriya Mafê Mirovan (HRW) ragihand ku rêveberiya Îranê bi mûameleyên xirab nêzî rojnamevanên di girtîgehan de dibe û xwest ku ev yek bi dawî bibe.
Dîrektora Rojhilata Navîn a HRW’ê Sarah Leah Whitson di daxuyaniyda da de ragihand ku rojnamevanê Kurd Mihemed Sediq Kebûdwend ev nêzî 5 salan e di girtîgehê de ye û mualemeyên xirab re rû bi rû ye. Leah Whitson bal kişand ku Kebûdwend ji bo dîtina kurê xwe yê nexweş di greva birçîbûnê de ye û destûrnedana hevdîtinê weke “bêdilî” bi nav kir.
HRW’ê diyar kir ku rewşa Kebûdwend bi xwe jî baş nîne û destnîşan kir ku ji ber greva birçîbûnê ew ji tenduristiya Kebûdwend bi fikar in.