Ji Hevşaredar heta jina 77 salî binçavkirin û girtin

Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de 14 kes hatin girtin, bi dehan jî hatin binçavkirin. Di nav girtiyan de Hevşaredara Erxenî û jinek 77 salî jî heye.

Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî ya bi talîmatên AKP û Qesrê, li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê gelek kes hatin binçavkirin û girtin.

AMED

Li navçeya Bismilê ya Amedê duh li Taxa Tepê Çawaîşê Pispor Saîd Çelîk rastî êrîşeke çekdarî hat û hat kuştin. Piştî kuştina Çelîk vê sibehê bi ser gelek malên li navçeyê de girtin. Li navenda navçeyê û Taxa Tepê di operasyonên serdegirtinê de zêdetirî 30 kesî hatin binçavkirin. 

Welatiyên hatin binçavkirin, ew şandin Fermandariya Cendirmeyan a Bismilê. Hat diyarkirin ku welatiyên hatin binçavkirin rastî îşkenceyê jî tên. 

Hevşaredara Erxenî Aygun Taşkin, endamên meclîsa şaredariyê Sabîha Alçîçek, Hasîp Demîrtekîn, Hevserokê DBP’a Navçê Şehmûs Dokû, Serokê ESP’a Amedê Ramazan Karakaya, Alî Oyan, Kûdîsî Kaya, M. Nedîm Erkûl, Cemîl Yasîn 2 roj berê di encama operasyona hevpar a jenderme û emniyetê ya li navçeya Erxeniya Amedê hatibûn binçavkirin. Piştî îfadeyên li Fermandariya Jendermeyan sewqî dadgehê hatin kirin.

9 kesên ku li Hakimtiya Sûlh Ceza ya Erxeniyê îfade dan hatin girtin û şandin Girtîgeha Sergirtî ya Tîpa E û Tîpa D a Amedê.

RIHA

Li Riha û navçeya wê Cirnê Reş 9 kesên 2 roj berê hatibûn binçavkirin, 5 ji wan piştî karên li muduriyeta polîsan serbest hatin berdan. Welatiyên bi navê Serhat Baytak, Hasan Şahîn, Mehmet Erbey û M. Sancar duh danê êvarî ew sewqî dadgehê kirin. Piştî îfadedayiyên li dozgeriyê her çar welatî bi îdiayên "Bizavên rêxistî û veguhastina materyalan" bi daxwaza girtin sewqî dadgehê kirin. Her 4 kes ji aliyê heyeta dadgehê ve hatin girtin û ew şandin Girtîgeha Tîpa E ya Rihayê. 

ÊLIH

Li Êlihê jî di serdegirtinên malan ên hemwext de Sekreterê Şaxa Êlihê yê Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Tenduristî û Civakî (SES) Cîhan Tuzun, endamê SES’ê Bayram Guzel, Endamê Egîtîm Senê Onur Kunteş û kesekî navî wî nehat zanîn hatin binçavkirin. Yên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Êlihê.

MÛŞ

Li navçeya Gimgim a mûşê ji 3 kesên ku dema operasyonên leşkerî di serdegirtinên malên li gundê Badan hatin binçavkirin, Sîse Bîngol a 77 salî piştî îfadeya li Fermandariya Jendermeyan a Navçeyê sewqî Edliyeya Gimgimê hate kirin. Bîngol bi daxwaza girtinê piştî îfadeya dozgeriyê sewqî dadgehê hate kirin. Bîngol a bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” hate girtin şandin Girtîgeha Tîpa E ya Mûşê.

BÛRSA

Li Bûrsayê jî danê sibehê li hemberî endamên HDP'î operasyon pêk hat. Di serdegirtinên malên partiyiyan de gelek kes hatin binçavkirin, her wiha mebesta binçavkirina wan nehat zanîn.

WAN

Li Wanê belavkarê rojnameya herêmî Îpekyoluyê Firat Kirdag di saetên sibehê de di serdegirtina malê de ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin. Kirdag ê sedema binçavkirina wî nehat zanîn birin Miduriyeta Emniyetê ya Bajêr. 

MANÎSA

Li navçeya Akhîsarê ya Manîsayê jî 5 jinên ji ber beşdarî meşa 8'ê Adarê ya Roja Jinên Cîhanê ya ji aliyê Platforma Demokrasiyê ya Akhîsarê hat lidarxistin bûne, hatin binçavkirin. Endamên KJA'yê Şerîfe Oral, Kadriye Koç, Ozlem Erenûlûg, Nûrcan Gungor û Sûltan Yikilmaz ên danê sibehê bi ser malên wan de girtin, hatin binçavkirin. Endamên KJA'yê yên hatin binçavkirin, şandin Muduriyeta Polîsan a Akhîsarê.