Fethullah Gulen piştî êrîşa Dîlokê peyamek weşand û wekî nûnerekî siyasî yê dewletê axivî. Gulen wiha got: “Ji bo derfet ji bo şeytanên binkol neyê dayîn divê di serî de mirov di mijara îstîxbaratê de hesas bin.”
Di peyameke şînê ya Gulen de ‘fermandana wî’ bal kişand. Gulen wiha got: “Ez ji ber êrîşê careke din terorê û kesên ev êrîş pêk anîne şermezar dikim. Ji bo derfet ji bo şeytanên kul i bende li welatê me kemînê deynin, neyê dayîn divê di mijara îstîxbaratê de hesas bê tevgerandin û divê hemû tedbîr bên girtin. Ez ji hemû gel netewa xwe re sersaxiyê dixawzim.
Cemaata Gulen ku bi awayekî fîîlê hevkarê desthilatdariya AKP’ê ye bi teybetî bi berfirehî xwe tevlî daraz û polîs dike û li hemberî muxalefetê kampanyaya zextan dide meşandin.
Sala borî jî piştî pevçûnan Gulen daxuyaniyek da bû û ev daxuyaniya wî wekê banga komkujiyê hatibû nirxandin. Gulen nifirên pir giran kiribû û gotibû xwedê tu koka wan hişk bikî.
Di meha borî de rêxitina îstîxbaratê ya hundir a Amerîkayê FBI di malpera xwe ya fermî de di bin navê bernameya alîkariyê ya civakî a Houston de navê saziyê ku pêre di nava hevkariyê de ne rêz kiribû û di vir de jî bal kişandibû ser Enstutuya Gulen.
Berê jî hatibû îdia kirin ku dibistanên aydê cemaata Gulen wekê baxçeyê dawî yên CIA’yê ne.