Ji girtiyên nexweş re azadî xwestin

Malbatên li ber Girtîgeha Kiriklar ku çalakiya greva birçîbûnê lê didome hatin ba hev, ji girtiyên nexweş re azadî xwestin.

Malbatên ku ji bo girtiyên nexweş û yên cezayê wan bi dawî bûye lê nayên berdan û tecrîda li girtîgehan bi dawî bibe Nobeta Edaletê didomînin, malbat li ber Girtîgeha Kiriklarê hatin ba hev. Malbatan di roja 109’emîn a çalakiya xwe de cilên li ser “Ji girtiyên neşxweş re azadî” nivîsandî li xwe kirin û bêyî navber dirûşmeyên “Bijî berxwedana girtîgehan” û “Bila girtîgeh bên valakirin, ji girtiyan re azadî” berz kirin. Rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Torbali û Bûcayê piştgirî dan çalakiya malbatan.

Rêvebiryê HDP’ê yê Bûcayê Cahît Gunay diyar kir ku zexta li girtîgehan dermirovî û derexlaqî ye û wiha got: “Divê dev ji vê bêexlaqiyê bê berdan. Girtiyên li girtîgehan tenê dixwazin ku bi mirovî bijîn. Girtiyên siyasî li girtîgehan tên qetilkirin. Mehmet Emîn Ozkan 84 salî ye û 3 caran emeliyat bûye. Nikare li ser piyan bisekine lê di girtgehê de tê ragirtin. Girtiyan stû li ber we netewand, wê ji vir û şûn ve jî netewînin.”

Hanim Sever a xizmek ji xizmên girtiyan îşaret bi çalakiya greva birçîbûnê ya ku 3 girtiyên nexweş li Girtîgeha Kiriklarê didomînin kir û xwest ku daxwazên wan bên pêkanîn.

DENÎZLÎ

Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyê nexweşê giran Ekîm Polat ê 24 salî ku li Girtîgeha Tîpa T a Denîzliyê tê ragirtin, ji bo bê dermankirin daye destpêkirin di roja 38’emîn de dewam dike. Çalakiya rûniştinê ya Dayik Songul Îlker jî ji bo mafê tenduristiyê yê kurê wê û daxwazên wî bên pêşwazîkirin li ber Girtîgeha Tîpa T ya Denîzliyê daye destpêkirin jî di roja 30’î de dewam dike.

Dayik Îlker ev bang kir: “Ji bo ku êşkence û zexta li ser kurê min bi dawî bibe û mafê wî yê tedawiyê bê dayîn, ez li çalakiya xwe didomînim. Dixwazim hemû raya giştî dengê girtiyên nexweş bibihîze û bide bihîstin.”