Ji girtiyên jin yên şoreşger ji bo Ocalan çalakî

Ji girtiyên jin yên şoreşger ji bo Ocalan çalakî

Ji bo piştgirî dayîna girtiyên jin yên PKK’ê û PAJK’ê ku ji bo protesto kirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulla Ocalan ketine greva birçîbûnê, jinên girtî yên ji tevgerên şoreşger yên Tirkiyeyê jî dest bi çalakiyên hêdîkirina jimartinê, nederketina hevdîtinê û li derî dayînê kirin.

Li gorî agahiyan di serî de jinên girtî yên MLKP’ê, jinên girtî yên TKP-ML/TÎKKO, TKEP/L û TKÎP’ê ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi çalakiyan kirin.

Jinên girtî yên ji tevgera şoreşger ya Tirkiyeyê ji bo piştgirî dayîna jinên girtî yên PKK-PAJK’ê ya rojek greva birçîbûnê, bi hêdîkirina jimartinê, nederketina hevdîtinê, li derî dayîn û slogan avêtinê çalakî pêkanîn.

Ji bilî MLKP’ê jinên girtî yên ji doza TKP-ML/TÎKKO,TKEP/L tevlî çalakiyê bûn û her wiha ji bilî hevdîtin û greva birçîbûnê jinên girtî yên ji doza TKÎP jî piştgirî dane çalekiyê.

Jinên girtî yên ji doza PKK û PAJK’ê ji bo protestokirina tecrîda girankirî ku saleke li ser Ocalan tê pêkanîn rojekê dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Jinên girtî daxwaz dikin ku, “dawî li tecrîda li ser Ocalan were, şert û mercên tenduristî, ewlekarî û azadiyê werin duristkirin. Operasyonên leşkerî û siyasî yên li dijî gelê Kurd bidawî werin, mafê çarenûsa gelê Kurd were naskirin û Ocalan weke muxatab bê pejirandin û hevdîtin dîsan werin destpêkirin.”