Ji girtiyên doza PAJK Û PKK’ê peyama 1’ê Îlonê

Ji girtiyên doza PAJK Û PKK’ê peyama 1’ê Îlonê

Bi boneya Roja Aştiyê ya Cîhanê li ser navê girtiyên doza PAJK û PKK'ê  Denîz Kaya daxuyaniyeke nivîskî da. Kaya wiha got: "Bi vê hişmendî û berpirsyariyê Roja Aştiyê ya Cîhanê di serî de li Rêber Apo, gelê kurd, gelê Rojhilata Navîn û li hemû gelên cîhanê pîroz be." 

Denîz Kaya li ser navê girtiyên doza  PKK û PAJK'ê têkildarî 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê daxuyaniyek nivîskî weşand. 
Kaya, diyar kir ku şopdariya pêvajoya çareseriyê ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin û xwedî derketina Şoreşa Rojava sekneke wijdanî û exlaqî ye. Kaya di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: "Bi vê hişmendî û berpirsyariyê Roja Aştiyê ya Cîhanê di serî de li Rêber Apo, gelê kurd, gelê Rojhilata Navîn û li hemû gelên cîhanê pîroz be."
Kaya destnîşan kir ku hêzên emperyalîst bi sedsalan e ku li erdnîgariya Rojhilata Navîn û Mezopotamyayê dewlemendiyên herêmê mêtinkirine û daxuyanî wiha berdewam kir: "Van hêzên emperyal ji gelê Rojhilata Navîn re polîtîkayên înkar, îmha û qirkirinê rewa dibînin lê belê van polîtîkayên wan rastî berxwedan û têkoşîna rewa ya gelan hatiye û têk çûye. Yek ji berxwedêrên gelê Mezopotamyayê, gelê kurd bi têkoşîna xwe ya 40 salan û herî dawî jî Şoreşa gelê kurd a Rojava careke din nîşanda ku hêzên emperyalîst û dewleta tirk ku dibin siya emperyaîstan de ye her tim li hemberî berxwedan û têkoşîna gel mehkûmî têkçûnê ne." 

Kaya di daxuyaniyê de bal kişand ser felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya ku ev 40 sal e ji bo gelên Rojhilata Navîn bûye çavkaniya jiyanê û daxuyanî wiha berdewam kir: "Kevneşopiya berxwedana 40 salan ya, rêbertiya stratejîk, xeta têkoşîna çekdarî, birdoziya rizgariya jinê û bi keda hezaran şehîdan ya ku xwe pê afirand, xwe pê mezin kir û bû dengê milyonan. Ev têkoşîn û xeta rizgariyê dê bibe hêviyên gelê Rojhilata Navîn û dê bibe dengê berxwedana gelên bindest û çavkaniya jiyana wan." Kaya aşkera kir ku gelê kurd li dijî hemû polîtîkayên şerê qirêj, tu carî hêviyên xwe yên aştiyê winda nekirine û daxuyanî wiha bi dawî bû: "Gelê kurd li dijî hemû polîtîkayên qirkirin û înkarê, ji xeta xwe ya bi rûmet a aştiyê tu carî gav paşve navîtiye û her dem li dijî polîtîkayên îmhayê bûye bersiva herî rast. Sekna Rêber Apo ya bi salan a Îmraliyê berxwedaneke mezin ya şênber a vê têkoşînê ye. Rêber Apo bi gotina xwe ya 'Ez muxatabekî digerim' pêvajoya aştiyê daye destpêkirin û îro hemû alî mecbûrên rûniştandina maseyê kiriye. Rêber Apo îro aştiya ku dê bide avakirin dê ji aştiya Rojhilata Navîn ya hezaran salan re malovaniyê bike û dê ev aştî bibe aştiya sedsalê."