Ji Girtîgeha Tîpa F a Kirikkaleyê fikar zêde dibin

Ji Girtîgeha Tîpa F a Kirikkaleyê fikar zêde dibin

Bi mehan e îzolasyon, binpêkirin û îşkenceya psîkolojîk ên di Girtîgeha Tîpa F a Kirikkaleyê de li hemberî girtiyên siyasî tên pêkanîn, pêkanînên 12’ê Îlonê jî derbas kirine. Malbat ji vê yekê bi guman in. TUHAD-FED jî dê saziyên cûda bicivîne û heyetek ava bike û dest bi hewldanan bike.

Li girtîgeha Tîpa F ya Kirikkaleyê di 7 mehên ewil ya sala 2012’an de zext, îşkence û îzolasyona li ser girtiyan êdî malbatan jî dike nava fikaran. Malbatên girtiyan bênavber serî Federasyona Komeleyên Piştevahiya Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî re (TUHAD-FED) a Enqreyê didin û di warê ‘Ji bo pisgirêkan dikare çi bê kirin, pirsgirêkên wan dê çawa bên çareserkirin’ de agahiyan digirin. Malabat di dema serlêndanan de fikarên xwe tînin ziman. Rayedarên TUHAD-FED’ê jî diyar kirin ku malbat di nava fikarên mezin de ne û destnîşan kirin ku bi zêdebûna pirsgirêkan re fikar zêde dibin.

6 GIRTÎ DI BIN GEFA HÎZBULAH Û ÇETEYAN DE NE

TUHAD-FED’ê da zanîn ku 6 girtiyên PKK’ê, birine odeyên di navbera Hîzbûlah û kesên di dozên çeteyan de tên darizandin û wiha pê de çû: “Ev 6 girtî rastî gefên vê komê tên. Komên mijara gotinê ne, nivîsan ji odeya girtiyên PKK’ê re dişînin û gefan li girtiyan dixwin.” Girtiyên din jî ji bo 6 girtiyên din dibêjin: “Qet nebe bila di bloka me de bimînin. Ne şert e werin cem me. Li wir ewlehiya wan tune.” Lê ev daxwaz nayên bicihanîn.

PROVAKASYON DIDOME, MALBAT BI FIKARIN

Girtiyên ku bi mehan e ji her tiştî bêpar hatine giştin, pirsgirêkên wan roj bi roj cidî dibin û ligel vê pirsgirêkên din jî zêde dibin. Fikarên malbatan û çavderiyên TUHAD-FED’ê cîdiyeta bûyerê bi awayekî vekirî radixe ber çavan. Li gorî îdiayan girtiyên siyasî ku bi girtiyên edlî re xistine heman rîskê; leşkeran girtiyên edlî berdana girtiyê siyasî û girtiyên siyasî rastî êrîşê hatine. Hate zanîn girtî rastî êrîşa hovane hatine û bi awayekî cidî jiyana wan di xeteriyê de ye.

DÊ HEYET BÊ AVAKIRIN

Nûnerên TUHAD-FED’ê bi ÎHD, ÇHD, BDP, Komîsyona Mafê Mirovan û Odeya Tabîban re hevdîtin pêk anî û hate zanîn ku dê di hefteya pêş de heyetekê ava bikin û ji bo tiştên li girtîgehê qewimîn lêkolîn bikin biçin girtîgehê. Heyet dê tespîta pirsgirêka û çavderiyên xwe bi rayagiştî re parve bikin. TUHAD-FED’ê diyar kir ku her hefte serlêdan tên kirin û got divê li dijî vê mijarê hestiyarî bê nîşandan.

DER BARÊ PIRSGIRÊKAN DE HIN KÊLÎ…

Di demên dawî de binpêkirinên mafan yên li Girtîgeha Tîpa F ya Kirikkaleê derketine pêş wiha ne;

*Girtiyên dixwazin pirtûkan bidin koxuşên din bi hinceta ‘Em ê kontrol bikin’ PTT tê fezkirin.

*Ji Derve kirîna pêlavên spor hate qedexekirin. Hincet jî; Divê ji kantînê bê kirîn.

*Qadên hevpar yên wekî pirtûkxane, spor, atolyeyên aktîvîteyên cuda qedexe ye.

* Girtiyên wêneyan xêz dikin boyax bo wan nayê dayîn.

*Girtiyên nexweş rewşa wan nayê dîtin û terkî şert û mercên xirab tên kirin.

LI TÎPA F YA SÎNCANÊ KOMEDIYA CILETÊ DIDOME

Li girtîgeha Tîpa F ya Hejmar 2 di serê meha hezîranê de di navbera girtiyên edlî de pevçûn derketibû û bi jiletan hev û din birîndar kiribûn. Li ser vê ev şer hincet hate nîşandan û jiletan nadin girtiyan. Hate hînbûn ku girtiyan ji bo pirsgirêk çareser bibe serî li rêveberiya girtîgehê dane û rêveberiyê gotine: Em ji bo çareseriyê hewl didin.