Girtiyên li girtîgeha Îskenderûnê sirgûnî girtîgeha Alanyayê kirin.
Ahmet Oskan, M. Saît Dîkmen, Celal Çalişir, Omer Çakin, Emîn Menteş, Alî Çet û Çetîn Sasir ên li grtîgeha Îskenderûnê girtî ne sirgûnê girtîgeha Alanyayê kirin. Malbatên girtiyan serî li Şaxa YAKAY-DER'a Mêrsînê dan û diyar kirin ku bêy ku tu sedem nîşan bidin zarokên wan sirgûnî girtîgeheke din kirin.