Ji Federasyona Komeleyên Êzidî bo Rojavayê Kurdistanê piştgirî

Ji Federasyona Komeleyên Êzidî bo Rojavayê Kurdistanê piştgirî

Federasyona Komeleyên Êzidî (FKÊ) bi daxuyaniyekê destkeftiyên gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê silav kir û diyar kir ku ew piştgirî didin vê pêngavê. FKÊ’yê got; “Em li vir yekîtiya gelê rojavayê Kurdistanê pîroz dikin û pêkanîna projeya xweseriya Demokratîk gavek dîrokî dibînin. Em hêvî dikin ku tevahiya pêkhatiyên rojava: Êzîdî, Xirstiyan, Misilman bi awayekî xweser jiyanek aşîtyane li ser esasê edalet û wekheviyê bimeshînin.” Federasyonê li dijî tecrîda li ser Ocalan jî banga têkoşînê li Kurdan kir.

FKÊ’yê got; “Gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê di vê dema dawî de destê xwe danî ser gelek herem û bajaran. Dikarîbû hêzên rejîma Beşar Esed ji wan hereman biqewrîne û rêvibireyek xweser ava bike. Di vê rêvibirya xweser de hemû netew û olên li rojava beşdar in.”

Federasyona Komeleyên Êzidî destnîşan kir ku dewleta Sûriyeye ji dema ku serxwebûna xwe ji Ferensayê di sala 1945 an de ragihandiye û heta niha hebûn û mafên gelê kurd înkar kiriye û got; “Kurd wek gel û nasname nehatine nasîn. Netewperestiya ereb ya bi hatina partiya Baasê hate ser desthilatiyê, bi hizrek nijadperestane pîlan û projeyên erebkirinê li heremên rojava meşandîye. Gelek proje li dijî kurdan anîye rojevê. Kurd derbider kirine û bi dewletên serdest yên Kurdistanê re li dijî tevgerên kurdan yên siyasî peyman îmze kirine.”

FKÊ’yê bal kişand ku piştî serhildana gel ya Sûriyeye gelê kurd helwesta xwe ya li dijî rejîma Esed diyar kir û got; “Gelê kurd got ew bi serhildanê re ye û mafên demokrat ji tevahiya welatiyê Sûriyeye re dixwaze. Her weha kurdan doza demokratî û azadiyê li rejîma Esed kir û xwest ku ew dawiyê li bikaranîna çekan li dijî sivîlan bîne. Lê di heman demê de, gelê kurd her şêweyê mudaxeleya derve red kir û xwest ku welatiyên Sûriyeye pirsgrêka xwe bi xwe çareser bikin.”

Federasyonê bal kişand ser helwesta dewleta Tirk û got; “Dewleta tirk ji destpêka serhildanê hewl dide kurdan ji van guhertinan bê par derbixe. Bi riya hin hevakarên xwe di nava muxalefeta Şamê de, hewl dide gelê kurd marjînal bike û pêşiya projeya wî ya xweser bigre. Di vê çarçeveyê de axaftinên dawî yên Serokwezîrê tirkiye Recep Tayyip Erdogan tên. Erdogan aşkere gef li kurdên Rojava xwar û tehdîdek leşkerî li dijî wan diyar kir.”

Federasyonê got; “Gelê me yê Rojava bi îradeya xwe ya azad yekîtiya xwe ava kir. Li gorî Peymana Hewlerê tevdigere û nûnerayetiyek ji 10 kesan, ku wek (Heyeta kurd ya bilind) hate nîşan dan, îlan kir. Ev ji bo yekhelwesta kurdên Rojava gavek pir girîng bû. Ji ber vê yekê dijminên netewa kurd helwestên dijminane nîshan dan û dest bi pîlanên qirêj kirin.”

FKÊ’yê got; “Em li vir yekîtiya gelê rojavayê Kurdistanê pîroz dikin û pêkanîna projeya xweseriya Demokratîk gavek dîrokî dibînin. Em hêvî dikin ku tevahiya pêkhatiyên rojava: Êzîdî, Xirstiyan, Misilman bi awayekî xweser jiyanek aşîtyane li ser esasê edalet û wekheviyê bimeshînin.

Em destkeftiyên gelê Rojavayê Kurdistanê pîroz dikin û destekê didinê.Her weha ev saleke tecrida girankiri li ser Rêberê Gelê Kurd tê meşandin, em vê tecridê bi tundi şermezar dikin. Banga me ji bo civaka êzdiya tevahî, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd hemû derfetên xwe seferber bikin û tevî hemû hêza xwe tevili ҫalekiyê têne lidarxistin bibin.”