Federasyona Civaka Îslamî ya Kurdistanê bi wesîleya hatina meha Remezana daxuyaniyek da û diyar kir ku ev meha mubarek li alema Îslamê û bi taybetî gelê me kurd pîroz be.
Di bedewamiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em hevî ji Xwedê taala dikin ku Remezana Mubarak bibe wesîleya Aşîtîya di nava gelan de. Biratîya bi Qebulkirina Heq û mafên biratîyê û her bawermend heqê Remezana Şerîf bi cih bînê û hurmeta wê bi Heqî Pêşwazî bike. Ger bi heqî û bi rastî heqê meha mubarek û hurmeta wê bê fêhmkirin û bê bikarânîn wê demê xusumat jî navbera gelan radibe û biratiya bi rastî çêbibê. Em hêvîdarin her kes liser giringiya meha mubarek û hikmet ew ê bi fikirê, bi heqî û hiquqê wê pêk bînê. Em hevîdarin gelême vê meha sefqet, rehmet û xerê, Nexweş, birîndar û feqîrê xwe ji xêr, sedeq û alîkariyê ji bîr neke. Xweda hem û emelê we yê qenc qebul bike gunehê we afu mexfîret bike.”