Ji Esad bo Erdogan: Di belayê de bim, nikarim we biparêzim!

Ji Esad bo Erdogan: Di belayê de bim, nikarim we biparêzim!

Serokdewletê Suriyeyê Beşar Esad, der barê îdiayên Tirkiyeyê yên wekî piştgiriyê dide PKK’ê de bersiv da û wiha got: “Serê min di belayê de ez nekarim we biparêzim.” Esad da zanîn ku avabûna dewleta kurd dê bandorê li ser avabûna welatên din jî bike û bi vî awayî hê jî bi Tirkiyeyê re di warê antî-kurd re hê jî destebirayê hev in.

Esad ji rojnamegerê rojnameya Tirk Cumhuriyetê re axivî û îdiayên rayedarên Tirk yên ‘Suriye Piştgiriyê dide PKK’ê’ bersivand. Esad van îdîayan derewand.

Esad ev îdia derewandin û wiha got: “ Binêrin. Em di nava xwe de evqas bûyer dijîn, îcar em ê rabin karê û barê xwe berdin û hinekan bibin zirarê bidin Tirkan. Ev çiqas bi ber aqil e? Li Tirkiyeyê valahiyeke ewlehiyê heye. Ev jî encama polîtîka hundir û derve ya hikûmeta AKP’ê ye. Hûn pirsgirêka xwe hewayê derve dikin û hin kesên din sûcdar dikin. Ev gotin hêsan e. Ger ku pirsgirêkekê bijîm ev dê bandorê li te jî bike. Wekî cîran. Ev jî gelek xwezayî ye. Em di nav evqas pirsgirêk te, serê me evqas di belayê de, nekarin piştgiriyê bidin.”

Esad li ser pirsa dema hun dibêjin alîkarî hûn dixwazin çi bêjin jî wiha got; “Ez vê yekê behs nakim. Nabêjim ku bi were li hemberî PKK’ê şer kirin. Ji bo ku ez we ji PKK’ê rizgar bikim pêşî divê ez xwe biparêzim. Ger ez xwe neparêzim ez dê çawa alîkarî bidim we.”

Esad bang li kesên ev îdia avêtine holê kir û xwest vê piştrast bikin. Esad; “Ger tesbît hebe bila derxin holê. Tirkiye ev 30 sale bi PKK’ê re şer dike. Ne hewce ye ku ez bişînim. Dema navbera me û Tirkiyeyê gelek baş bû hevkariya me û artêşa Tirk hebû, wê demê jî PKK’ê çalakî pêk dianî. Niha jî ji ber ku serê me di belayê de û valahiyek heye, xebatên li dijî Tirkiyeyê dê zêde bibin.”

Beşar Esad li ser pirsa; “Hûn li herêmê dewleteke kurd a serbixwe di paşerojê de dibînin?” de jî wiha got: “Li tu welatî ez ne bawer im veqetîneke wisa çêbibe. Ger tiştekî wisa derkeve holê jî, wê demên ne dewletek dê çend dewlet çêbibin.Wê demê dê her kom û her bawerî dewleta xwe bixwaze. Ez ne bawer im, tiştek wisa ji bo berjewendiyên gelên me bin. Bi hezaran sal e em li vir bi hev re dijîn. Çima em vê di demên dawî de wiha dijîn. Ji ber ku welatên mêtînger dikevin navberê. Ji Lawrence yê şûnde tiştên qweimîn hûn dizanin. Em li gorî rêzdariyê neçar in bi hev re bijîn. Ger em li gorî rêgeza wekheviyê tevbigerin dê krîz bi dawî be. Em dê xeta emperyalîst ji holê rabikin.”

Esad dema pirsek din bersivan got êdî ji Tirkiyeyê ne bazirganî, teror tê û wiha got: “Lê projeyeke me ya mezin hebû. Ji bo geşedana li ser sînor sînor me proje plan kiribû. Lê mixabin geşedan û teror bi hev re nabin.”

Esad di dawiya axaftina xwe de jî da zanîn ku ew xwe bi 3-5 dolaran teslîm nakin û got dê heta dawiyê têbikoşin.