Mehmet Desde di sala 2002 de ji bo cenazeyê bavê xwe bispêre axê, hat Tirkiyeyê û ji doza rêxistinek ku qet haya wî jê tune bû hat girtin û 6 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn. Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) hikûm kir ku bi adilane bê darizandin û got “îşkence heye.” Lê DMME’yê bersivek nerênî da dosyaya dozê ya ku 2 sal û 6 meh cezayê girtîgehê û red kir. Desde nerazîbûn nîşanî vê biryara DMM’yê da û got ku DMME’yê biryareke skandal a ne li gorî hiqûqê îmze kiriye.
Bavê Mehmet Desde li Almanyayê jiyana xwe ji dest da û ji bo cenazeyê bavê xwe bispêre axê anî bajarê Tirkiye Denîzlîyê. Sê hefte piştî merasima cenaze çû Îzmîrê û li wir hat binçavkirin. Wesayîta Desde li di 9’ê tîrmeha 2002 de li nnêzî bajaroka Asarlik a navçeya Menemen a Îzmîrê hat rawestandin û bi îdîaya “Endamê rêxistina Partiya Bolşewîk/Bakûrê Kurdistan-Tirkiye (BP/KKT) ye” 4 rojan hat îşkencekirin
Desde bi endamtiya rêxistineke ku haya wî ji hebûna wê rêxistinê jî tune bû hat tawanbarkirin û di 9’ê tîrmeha 2002 de hat girti. Bi mehan di Girtîgeha Tîpa F a Kirklarê, girtîgehên Manîsa, Alanya û Tîreyê de ma. Desde di 21’ê çileya 2003 de serbest hat berdan. Di rûniştina doza Desde ya di 16’ê adara 2006 li 8’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê pêk hat de, bi îdîaya “endamê rêxistina ne qanûnî ye” li rastî 2 sal û 6 meh cezayê girtîgehê û 666 TL pere ceza hat. 9’emîn Daîreya Dadgeha Bilind cezayê li Desde hatibû birîn, di 25’ê berfanbara 2006 de erê kir. Ji ber wê jî Desde careke din di 8’ê hezîrana 2007 de hat girtin û di 6’ê cotmeha 2008 de serbest hat berdan.
DMME’YÊ PÊŞÎ QEBÛL KIR Û XWEST JI NÛ VE BÊ DARIZANDIN
Li Tirkiyeyê doz li 4 polîsên îşkence li Desde kirin hat vekirin, lê polîs bereat bûn. Her çendî Desde welatiyê Almanyayê bû, bi hinceta qedexe derve li ser heye, 6 salan li Tirkiyeyê hat ragirtin. Di gulana 2003 de serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê dabû. DMM’E’yê xwest doz ji nû ve pêk bê û ji ber Tirkiyeyê “îdîayên îşkenceyê baş lêkolîn nekiriye” Tirkiyeyê bi dayîna 21 hezar euro hat mehkûmkirin.
DMME’YÊ VÊ CARÊ B IRYAREKE SKANDAL DA
Ev biryara DMME’yê li Tirkiyeyê nehat pêkanîn. Piştî ku îtîraza Desde li 8’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê kir, hate redkirin, careke din di sala 2011 de serî li DMME’yê da. Desde ji ber 30 meh cezayê girtîgehê yê lê hatibû birîn û 6 sal ragirtina wî ya li Tirkiyeyê di 13’ê nîsana 2007 de jî serî li DMME’yê dabû. DMME’yê bi hinceta tenê dadgerek biryar daye serlêdanê red kir. Desde vê biryara DMME’yê weke skandal bi nav kir. Desde nerazîbûn nîşanî vê biryara DMM’yê da û got ku DMME’yê biryareke skandal a ne li gorî hiqûqê îmze kiriye.
Desde destnîşan kir ku ew bi awayeke dîtbarî hatiye darizandin û 30 meh cezayê girtîgehê li wî hatiye birîn û 6 sal û 3 mehan weke rehîn li Tirkiyeyê hatiye ragirtin. Desde got ku ew hêvîdar e ku DMME vê bêhiqûqiyê sererast bike.
Desde di 6 salên li TIrkiyeyê hat hiştin de pirtûka bi navê “Dewletek Mirovek-Qaşi di Hawira Darazê de” nivîsand û ev pirtûk di sala 2011 de çap kir.