Ji Demîrtaş daxuyaniya li ser 'destnedanê': Sekna me wê bi serbilindî be

"Diz û talankerên pereyê gel didizin û li malên xwe cih nabînin van pereyan lê veşêrin wê xwedî mafê destnedanê be, lê ji ber nêrînên me wê mafê destnedana me rakin. Ev yek ji bo me xelata şerefê ye."

Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê, ji bo mijarên "rakirina mafê destnedana parlamenteriyê" û "rewşa li herêmê" li hev civiya.

Beriya vê civînê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş daxuyaniyek da û got, "Diz û talankerên pereyê gel didizin û li malên xwe cih nabînin van pereyan lê veşêrin wê xwedî mafê destnedanê be, lê ji ber nêrînên me wê mafê destnedana me rakin. Ev yek ji bo me xelata şerefê ye."

Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi serokatiya Hevserokên Giştî Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, li navenda giştî ya partiyê civiya. Civîn ji ber girtinan, bi kêmbûna hin endaman pêk tê. Beriya civînê Demîrtaş ji çapemeniyê re axivî û pêşniyara guhertina destûra bingehîn a AKP ji bo rakirina 'mafê destnedanê' û helwesta CHP'ê ya li pêşberî vê pêşniyarê nirxand.

Demîrtaş got, "Ew teqdîra partiya wan e. Bi kêfa xwe ne. Lê belê destekeke ewqasî ji dil a ji bo hewldaneke hilanîna tolê ya siyasî, şaşîtiyeke mezin e. Pêşniyareke me jî heye ji bo bisînorkirin û rakirina destnedanê; hem li hiqûqa gerdûnî tê hem jî bi referansên welatên demokratîk ên li Ewropayê hatiye amadekirin.

Eger bi rastî jî ji dil in ku 'destnedana parlamenteriyê' bê rakirin, bila fermo destekê bidin pêşniyara HDP'ê, ku em jî jê re bêjin 'erê'. Weke çar partî em hemû bi hev re destnedanê bisînor bikin. Lê xuya ye AKP dixwaze, parlamenterên HDP'yî bixe nava lepên dadgeriya pê ve hatiye girêdan. Pêwîste partiya mûxalefeta bingehîn jî vê xefika erzan baş hesab bike. Tiştekî balkêş e, ku da xuyakirin ew ê bê pirs û sewal yekser destekê bide pêşniyareke li dijî destûra bingehîn. Teqdîr a wan bi xwe ye; Ji bilî Xwedê tirsa me ji kesî nîne. Ji xwe ti hesabekî ku em nikaribin bidin jî nîne. Diz û talankerên pereyê gel didizin û li malên xwe cih nabînin van pereyan lê veşêrin wê xwedî mafê destnedanê be, lê ji ber nêrînên me wê mafê destnedana me rakin. Ev yek ji bo me xelata şerefê ye."

Demîrtaş ji bo pirsên "Gelo wê sekna HDP'ê çawa be?", "Wê berê xwe bide gel?" Demîrtaş ev bersiv da: "Eger 3 partî bûne yek û biryar dane destûra bingehîn biguherînin, tiştekî em bikin nîne. Yek tişt heye ku em bikin; Li dijî vê feraeta paşverû ya ji bo hilanîna tola siyasî destûra bingehîn diguhere, em ê bi serbilindî bisekinin."

Piştî vê daxuyaniyê, civînê destpê kir. Tê payîn piştî civînê, danê nîvro daxuyaniyek were dayîn.